Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin

Li kantona Şehba bi boneya Jin TV destbi weşanê dike şahiyek hat lidarxistin.

Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
Li Şehba destpêkirina Jin TV a weşanê hat pîrozkirin
29 hezîran, 2018   20:25

ŞEHBA

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, pişt re li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş axivî û destnîşan kir ku bi saya fedekariya jinê, jin ji bo azadiya xwe têdikoşe û wiha got:" Jin TV destbi weşana xwe kir û em li rojnamevanên jin û li hemî jinan pîroz dikin, îro jin li Şehbayê bê navber li ber xwe dide û bi riya televizyona JIN wê dengê jinên Efrînê û berxwedaniya wan bighîje her kesî˝.

Her wiha endama Kongra Star Gulê Ceifer rola jinê di Berxwedana Serdemê de destnîşan kir û got:˝ Jin di Berxwedana Serdemê ku 58 rojan dom kirî de rolek girîng list û her wiha berxwedanî li herêmên Şehbayê hêjî berdewam e. Dê Jin TV ya ku dest bi weşanê xwe dike, bibe dengê berxwedana jinê".

Pişt re Koma Serdemê stranên xwe pêşkêş kir û Koma Şehîd Perwîn xelekên govendê ji çanda Efrînê gerandin.

Her wiha Koma Çiyayê Mîra stranên gelêrî û şoreşî pêşkêş kirin. Di dawiya şahiyê de hunermendên herêmî Ehmed Xanê û Şiyar Ehmed awazên gelêrî vegotin.

(şx)

ANHA