Merasîma Şivan Hesekê hat lidarxistin 

Şêniyên herêma Hesekê endamê Hêzên Asayîşê Yûsif Felût (Şivan Heseke) spartin axê.

Merasîma Şivan Hesekê hat lidarxistin 
29 hezîran, 2018   19:52

HESEKÊ

Bi dehan şêniyên herêma Hesekê cenazeya endamê Hêzên Asayîşê Yûsif Felût (Şivan Heseke) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û berbi goristana Şehîd Dijwar ve birin. Cenazeya endamê Asayîşê Şivan ji aliyê gel ve hat pêşwazî kirin û şervanên YPJ/YPG`ê merasîma leşkerî lidarxistin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Abdulrehman di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd Şivan re xwest.

Her wiha bi navê Hêzên Asayîşê fermandar Idrîs Oso axivî û sozda ku riya cangoriyên şoreşê bişopînin.

Bi navê Kongreya Star jî Helîma Ehmed di merasîmê de axivî û wiha got:˝Şehîdan ji bo azadî û rûmeta gel canê xwe feda kirin û em soz didin hemû cangoriyan ku riya wan bişopînin˝.

Piştî axavtin bi dawî bûn nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehemd ve hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Piştî wê hevriyên şehîd Şivan cenazeya wî bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` spartin axê.

(np)

ANHA