ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.06.2018
30 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

Wê pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên HPG’ê yên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin bişopîne.

- Rêxistina Kongra Star a Kantona Şehbayê bi wesîleya salvegera 22'yemîn a şehadeta têkoşer Zîlan meşekê lidar dixe. Saet 14:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Reqayê û gundê Hikomiyê cenazeyê şervanê QSD'ê Xalid Ilêwî li goristana Şehîdan a li gundê Hikomiyê oxir dikin. Saet 15:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Jinên bajarê Qamişlo yên di salên 90'î de wek Jinên Cephewî dihatin nasîn, girîngiya çalakiya şehîd Zîlan a li ser wan û kar û xebatên wan vegot. Jinên Cephewî diyar kir ku piştî wan çalakiya têkoşer Zîlan bihîst serê wan bilind bû û ji wê çalakiyê hêz girt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endama Fermandariya YPJ'ê Zîlan Kobanê, navê tekoşer Zîlan rakir û niha ji bo pêkanîna armancên wê di qadên berxwedanê de têdikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Jinên kantona Efrînê çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan bi zêdetirîn derbeyên ku bandor li dijimê gelê Kurd  kir, wesf kirin. jinan tekez kirin ku ji ber wê çalakiyê dîwarê metirsiyê li pêşiyan jinê hate şikandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên Girê Spî debara xwe bi çandinya sebzeyan dikin, lê di çandiniya wê de gelek zehmetiyan dikişînin û bi taybet di çandiniya qadên fireh de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Welatiyê bi navê Elî Wehîd bi hêviya vegera Efrînê navê "Veger" li xwaringeha xwe kir û dibêje, "Dikarîbûn me ji welatê  me dûr bixin lê nikarin hêviyêm me bitemirînin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA