Komîteya Aborî ya Tebqayê li ser girîngiya koperetîfan civînek lidar xist

Bi armanca aktîvkirina rola koperatîfan li herêmê û aktîvkirina projeyên aborî komîteya Aborî ya Meclîsa Sivîl a Tebqayê civînek ji endamên komîteyê re lidar xist.

Komîteya Aborî ya Tebqayê li ser girîngiya koperetîfan civînek lidar xist
28 hezîran, 2018   16:48

TEBQA

Civîn li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi armanca şîrovkirina girîngiya tevlîbûna şêniyan di avakirina koperetîfan de hat lidarxistin.

Hejmarek ji endamên rêveber ên koperetîfên Kantona Cizîrê, Hevserokên Komîteya Aborî a herêma Tebqa  û hejmarek ji çavdêrên beşa çandiniyê, pîşesazî û bazirganiyê tevlî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Rêveber a Koperetîfan a herêma Serêkaniyê Hisên Mihemed axivî û got:" Armanca sereke ji van koperetîfan, peydekirina pêdivî û pêwîstiyên welatiyan û her wiha geşkirina rêgeza xwebixwetêrkirinê ye".

Mihemed da zanîn ku wê koperetîf, ji bo geşkirina rewşa aborî wê hemî cureyên alîkarî ji welatiyan û bi taybet ji jinan re pêşkeş bike.

Derbarê vê mijarê de hevseroka Koperetîfan a Kantona Cizîrê Nebîla Mihemed got:" Şer bandorek neynî li hemî aliyên jiyanê yên bajêr kiriye. Bi tevlîbûna jin ji koperetîfan re wê şarezayên xwe xurtir bike û ew jî dê ji welatiyên Tebqayê re sûd û qezencê bîne".

Nebîla gotinên xwe wiha domand :"Armaca koperetîfan, veguhestina jiyana kesayetî ji jiyana hevkariyê re ye".

Hêjayî gotinê ye ku civîn bi girtina pêşniyarên projeyan bi taybet projeyên jin bi dawî bû.

(şx)

ANHA