Şêniyên El-Keramê Ebû Dîlic oxir kirin

Sedan şêniyên herêma El-Keramê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed El-Dîlic (Ebû Dîlic) yê ku dema bi erka xwe radibû di 26 hezîrana 2018'an şehîd bibû, oxir kirin.

Şêniyên El-Keramê Ebû Dîlic oxir kirin
28 hezîran, 2018   16:44

REQA

Sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê û tevî nûnerên saziyên sivîl û leşkerî ji bo girtina cenazeyê Mihemd Elû Dîlic li kuçeya El-Selamê kom bûn. Piştî girtina cenaze girseya gel bi kerwanek erebeyan ku bi wêneyên şehîd xemlandî bû, ber bi goristana şehîd Sêvdar ve bi rê ketin.

Merasîm bi turenek leşkerî ji aliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirên Elî El-Xabûr, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ibtîsam El-Ehmed axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Her wiha di axaftina de fedekariya şehîdan ji bo azadî û paqijkirina herêmê ji dagirkeran hatin bi bîr xistin û soza şopandina riyên şehîdan hate dayîn.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan, spartin axê.

(şx)

ANHA