Li Dêrikê rê li ber karîsteke mezin hate girtin

Îro li Dêrîkê komîteyên pispor ên Şaredariya Gel û Hêzên Asayîşê rê li ber karesetekê mezin girtin. Agir bi cenatorekî ceyranê li nêzî tankeke petrolê ket, di ser de şaredarî û asayîş mudexele kirin û agir vemirandin

Li Dêrikê rê li ber karîsteke mezin hate girtin
Li Dêrikê rê li ber karîsteke mezin hate girtin
Li Dêrikê rê li ber karîsteke mezin hate girtin
Li Dêrikê rê li ber karîsteke mezin hate girtin
28 hezîran, 2018   15:07

QAMIŞLO

Îro piştî dana nîvro li taxa Şehîd Cûdî ya bajarê Dêrîkê ya Kantona Cizîrê agir bi cenatorekî ceyranê li nêzî tankeke petrolê hebû, ket.

Şêniyên taxê Asayîş agahdar kirin, di cih de asayîş mudexele kir û ji bo ewlehiyên hemû riyên taxê girtin.

Piştre tîmên agirkujê yên şaredariyê bi hevkariya endamên komînê agir berî ku bighêje tanka petrolê vemirand.

Hêjayî gotinê ye ku cenator ceyranê li rex firina nan a bajarê Dêrîkê ye û eger agir bi depoyên mazotê ketiba wê zirarek mezin bighanda firinê.

(şx)

ANHA