Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame

Hêzên Ewlekariya Hindir  a Reqayê 3 roj beriya niha li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ li bajêr operasyonek da destpê kirin. Di encamê de 140 çete hatin girtin, gelek çek û cebilxane hat desteser kirin. Niha jî rewşa li Reqayê aram bû ye.

Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
Li Reqayê piştî operasyonê rewş arame
28 hezîran, 2018   10:17

AZAD SEFO - NEJBÎR OSMAN / REQA

Bajarê Reqayê beriya 8 mehan ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin. Tevî ku hemû hêz û dewletên dixwazin li herêmê tevlîheviyê derxin jî jiyana li Reqayê nû ve hate vehûnandin û aramî pêk hat. Piştî rizgarkirina bajêr ya ji çeteyên DAIŞ hem komên çete yên veşartî hem jî hinek komikên ji aliyê dewletên derdorê ve tên destekkirin dixwazin tevlîheviyê li herêmê derxin.

Heta niha ji aliyê van çete û komikan ve hinek teqîn li bajêr hatin çêkirin,  mayîn hatin çandin û her wekî din dixwestin zextê li ser gel bikin. Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Reqayê  3 roj beriya niha li dijî van çeteyan û komikan li tevahiya bajêr operasyonek berfireh da destpê kirin. Di encama vê operasyona ku du rojan dewam kir de gelek çete hatin girtin. Her wiha miqdarek çek û cebilxane hate desteser kirin.

Piştî vê operasyona taybet ya li Reqayê, niha li bajêr rewş asayî ye û gel jiyana xwe ya rojane berdewam dike. Derbarê operasyonê, armanc û encamên wê berpirsê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a  Reqayê Ebû Waîl ji ajansa me (ANHA) re axivî. Ebû Waîl diyar kir ku, di vê operasyonê de komên çeteyên DAIŞ û çeteyên girêdayî wan hedef hatine girtin û operasyonek berfireh hate lidarxistin.

'Komên çete gelek kesên sivil şehîd xistin'

Ebû Waîl bal kişand ser kiryarên van şaneyên razayî yên çete û ev tişt anî ziman: "Di encama teqîn û êrîşên van çeteyan yên sûîkastê û her wekî din de, hejmarek welatiyên sivil û endamên me şehîd bûn. Li gel vê yekê van komên çete ji bo çeteyên bajarên din jî teqemenî temîn dikirin. Li ser daxwaza gel me ev operasyon bi alîkariya şervanên QSD'ê da destpê kirin. Di encamê de  gelek çete hatin girtin û şaneyên wan yên razayî têkçûn."

'Em spasiya gelê xwe dikin'

Ebû Waîl, diyar kir ku, di operasyonê de hezar endamê hêzên Ewlekariya Hindirîn ê Reqayê, 3 hezar şervanên QSD'ê û 150 endamên HAT'ê cihê girtine û ev agahî parve kirin: "Ji bo ku gel zerarê nebîne me ji gel daxwaz kir ku dernekevin derve. Ji ber ku ev çete gelek caran gel wekî mertal bikar tînin. Gelê me ev yek erênî pêşwazî kir. Em spasiya wan dikin."

140 çete hatin girtin

berpirsê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a  Reqayê Ebû Waîl dibêje ku di vê operasyona ku 3 rojan berdewam kirî de 140 çete hatin girtin û ev  tiştan anî ziman: "Li gel van çeteyên ku hatine girtin, gelek çek û cebilxane jî hate desteser kirin. Me hinek kesên ku eleqeya wan bi derve heyî jî girtin. Niha lêpirsîna berdewam dike. Gel jiyana xwe ya rojane berdewam dike. Di vê operasyonê de gel ti zerar nedît. Em dîsa bang ji gelê xwe dikin ku tişteke biguman dîtin, yan jî haya wan jê çêbû, bila me agahdar bikin."

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>