Rohanî soz dide ku bihêle Amarîka dakeve ser çogên xwe

Serokê Îranê Hesen Rohanî soz da ku dê bihêle Amarîka dakeve ser çogên xwe û diyar kir ku ew ti carî teslîmkariyê qebûl nake.

Rohanî soz dide ku bihêle Amarîka dakeve ser çogên xwe
28 hezîran, 2018   10:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rohanî di hevdîtineke dîdbarî de wiha got: "Di ti rewşan de em teslîmî Amarîka nabin û em ê lehengiya xwe ya niştimanî û dîrokî biparêzin. Di vê têkoşîna xwe de em ê bihêlin ku Amarîka dakeve ser çogên xwe. Divê em ji cîhanê re eşkere bikin ku em dikarin astengî û cezayan derbas bikin, bêyî ku em dest ji lehengî, azadî, serxwebûn, demokrasî, sîstema xwe ya komarê, oldarî û çanda xwe berdin."

Serokê Amarîka Donald Trump di destpêka meha borî de vekişandina Amarîka ji hevpeymana nuklerî ya bi Îranê re ragihand û diyar kirk u dê cezayên herî giran li ser Tehranê ferz bike.