Hindistan ji bo jinan dewleta herî metirsîdar e

Saziya Thomson Reuters a navneteweyî di pirsjimariyeke xwe de piştrast kir ku di cîhanê de ji bo jinan dewleta herî metirsîdar Hindistan e û di rêjeya duyemîn de Afganistan, di rêjeya sêyemîn de jî 3 dewletên ereban (Sûriye, Somalî û Erebistana Siûdî) cih digirin.

Hindistan ji bo jinan dewleta herî metirsîdar e
28 hezîran, 2018   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Thomson Reuters a navneteweyî di encamên pirsjimariya xwe de xwe dispêre nêrîna 550 pisporên mafên jinan. Di pirsjimariyê de astengiyên rastî jinan tên di asta tenduristî, derhatinên aborî, danûstandinên kevneşopî û destdirêjiyên cinsî û ne cinsî û bazirganiya mirovan de tên nirxandin.

Pisporan di sala 2011'an de pirsjimariyeke bi heman rengî pêk anî û 5 dewletên herî metirsîdar wiha rêz bûn: Afganistan, Komara Kongoyê ya Demokratîk, Pakistan, Hindistan û Somalî.

Nêrînên pisporan der barê van 5 dewletan de di pirsjimariya nû de wiha ne:

1- Hindistan: Di rêjeya yekemîn de ye, ji ber ku sûcên tundiya li dijî jinan zêde bûne, tevî ku ev 5 sal di ser bûyera destdirêjiya li dijî xwendekarekê re li paytext Delhiya Nû derbas bûye jî ku di wê demê de raya giştî gelekî bi hêrs kir.

Hindistan girêdayî 3 dozan dewleta herî metirsîdar li ser jinan e: Metirsiyên destdirêjiya cinsî û destavêtinê, danûstandinên çandî û kevneşopî, bazirganiya mirovan û di nava wan de xebitandina bi darê zorê, koletiya cinsî û koletiya malbatî jî hene.

Pispor diyar dikin ku cihgirtina Hindistanê di rêjeya yekemîn a dewletên herî metirsîdar li cîhanê de li ser jinan, aşkera dibe ku tedbîrên baş ji bo parastina jinan wernegirtine. Li gorî agahdariyên hikumetê rêjeya tundiya li dijî jinan di navbera salên 2016 û 2017'an de derketiye ji sedî 83, ango her saetekê 4 sûcên destdirêjiyê pêk tên.

2- Afganistan: Di rêjeya duyemîn de jî pispor diyar dikin ku girêdayî tundiya cinsî, tenduristî û derhatinên aborî dewleta herî metirsîdar di cîhanê de ye.

3- Sûriye: Sûriye di van 7 salên şer de cihê xwe di rêjeya sêyemîn a tundiya li hemberî jinan de girt. Sûriye di rêjeya duyemîn a der barê tenduristî û tundiya necinsî de ye, wekî tundiya ji ber şer û tundiya malbatî.

Her wiha di rêjeya sêyemîn de ya girêdayî metirsiyên tundiya cinsî de ye. Pisporan der barê zêdebûna rewşên zewicandina zarokan de, tundiya malbatê û tundiya cinsî de hişyariya metirsiyan da.

Tê gotin ku Sûriye beriya sala 2011'an ne di lîsteyê de bû, lê di encama şerê van 7 salan de Sûriye derbasî lîsteya dewletên herî metirsîdar li hemberî jinan di cîhanê de bû.