Çima niha Minbic ket rojeva Tirkiyê?

Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve rojeva Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû, tu helwesta dewleta Tirk derbarê Minbicê de çênebû.

Çima niha Minbic ket rojeva Tirkiyê?
28 hezîran, 2018   04:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Minbic ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve û bi piştgiriya QSD`ê di sala 2016`an de hate rizgarkirin, Efrînê bû mijara operasyona dewleta Tirk û DAIŞ a ku bi destê wê hatiye avakirin. DAIŞ li Minbicê ji aliyê QSD`ê ve têk çû.  Ji ber vê yekê jî Erdogan tu carî qebûl nake ku hêza xwe ya terorîst têk biçe.

Niha jî Erdogan dixweze tola çeteyên xwe yên li rojhilatî Firatê têk çûne hilîne. Ev yek jî di pilansaziya wê ya operasyona Efrîn, Minbic, Şengal û Qandîlê de eşkere dibe.

Li kêleka vê yekê Erdogan bi tu awayan qebûl nake ku DAIŞ dûrî sînorên wî bikeve. Ji ber ku hebûna DAIŞ nêzî sînorên wî û herêmên di bin kontrola wan de dihêle ku Erdogan zêdetir di nava rewşa Sûriyê de tetmîn bibe û hebûna xwe bi riya wan misoger bike. Piştî ku Erdogan ferq kir ku DAIŞ di Minbicê de di nava xeteriyeke mezin û têkçûnê de ye, bi hemû leza xwe hêza xwe ya terorîst derbasî Cerablûsê kir. Erdogan ev yek ji bo çemberek ewlekariyê ji DAIŞ'ê re ava bike, pêk anî.

Têkçûna DAIŞ di Minbicê de ji bo Erdogan derbeyeke pir giran bû. Ji ber ku tevî ku Erdogan ji çeteyên xwe re hemî derfetên şerkirinê ava kir û bi her awayî bi wan re bû alîkar, lê dîsa jî li hember hêza QSD`ê têk çû. Îro Minbic herêma herî bi ewleh û bê pirsgirêk e, bi îradeya gelê xwe tê birêvebirin.

Ev rewşa ewlehî ya Minbicê Erdogan tehrîk dike. Erdogan niha hewil dide careke din DAIŞ`ê di nava Minbicê de bi cîh bike. Ji bo ku careke din bi riya Minbicê desthilatdariya xwe di nava Sûriyê de fireh bike. Yek ji armancên bingehîn a êrîşkirina Minbicê ew e ku windahiyên wê yên di Sûriyê de bi destê QSD, YPG û YPJ`ê daye careke din bi dest bixe. Li kêleka vê yekê jî dixweze riyekê ji bo gihandina cebilxane û leşkeran ji çeteyan re peyda bike. Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze rastiya ku di hundirê Tirkiyê de tê jiyan kirin veşêre û berê her kesî bide Sûriyê. Pêve girêdayî Erdogan xwest Sûriyê û gelê wê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bi destxistina hibijartinan bikar bîne û xwe ji hemû cîhanê  re bide nasîn ku ew li ser ewlekariya Sûriyê û gelê wê bi fikar e û dixwaze gelê wê ji hemû hêzan rizgar bike. Ji bo vê yekê bi cîhanê û hêzên navnetewî bide qebûl kirin û bawerkirin û bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bîne, leşker û serbendên xwe rê dike Sûriyê û dide kuştinê. Erdogan bi hinceta ku hêza YPG û YPJ`ê ku tenê ew bixwe wek “terorîst” dibîne nîşan dide û êrîşekê îhtîmal meşrû bike.

Lê YPG`ê beriya demekê ragihand ku wan şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekşandine. Li ser vê bingehê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway derbarê tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li herêma Minbicê

de ragihand ku li ser wê mijarê di navbera Amerîka û Tirkiyê de gotûbêj berdwam in.

Di 4’ê hezîranê de piştî hevdîtina her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê li Washingoton, Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeo bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin

ku wan li ser nexşerêyeke hevbeş ji bo Minbicê li hev kiriye. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway derbarê geşedanên herî dawiyê de daxuyanî da.

Adrian Rankine-Galloway bi bîr xist ku rayedarên berevaniya Amerîka û Tirkiyê di navbera 22 û 23'yê hezîranê de li Enqerê ji bo “sepandina nexşerêya Minbicê” hevdîtin kirine û got ew yek ji bo ewlehiya devera Minbicê pêk hatiye.

Li ser pirsa “Li Minbicê kengê tevgerên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê dest pê bikin?” Galloway bersiva “Li ser mijarê gotûbêj berdewam dikin” da.

Yekîneyên Parastina Gel pêş demekê ragihandibû ku YPG’ê şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekşandine. YPG’ê her wiha dabû xuyakirin ku ti şervanên wan li Minbicê nemabûn û tenê hejmarek ji şêwirmendên wan ên leşkerî bo alîkariya xelkê Minbicê û Encûmena Leşkeriya Minbicê li wê derê mabûn. Di daxuyaniya xwe de, YPG'ê destnîşan kiribû ku ew ji bo alîkariya xelkê û rêveberiya leşkerî û sivîl a Minbic li wir diman, lê niha erkê wan bi dawî bûye, lewma ew ji wir vekişîn.

Piştî vekişandina şervanên YPG û  YPJ, her wiha avakirina tîmên hevbeş ên gerok di navbera hêzên Tirkiye û Amerîkayê de, biryar e qonaxa duyemîn a nexşerêya di navbera herdu welatan de ji bo Minbicê, di nava 6 mehan de were bicîhkirin.

Niha Minbic, bi rêveberiya herêmî û meclîsa leşkerî ya ji xelkê Minbicê pêk tê, tê birêvebirin. Gelê Minbicê li hember êrîş û daxwaza Minbicê helwesta nerazîbûnê nîşan didin. Gelê Minbicê li hember ketina artêşa Tirk û çeteyan bi çalakiyan nerazîbûnên xwe tînin ziman.

ANHA