ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.06.2018
28 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Meclîsa Malbatên şehîdan taxa Şexêmeqûsd a Helebê bi merasîmekê 13 cangoriyên Berxwedana Serdemê bîr tînin. Merasîmekê li qada Dibistana Yasîn Yasîn tê lidarxistin.  Li Navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo jî li hola Beylesan têkoşer Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi civînekê dê were bîranîn. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên herêma Qamişlo, dê li goristana Şehîd Delîl Sarûxan şehîdên meha Hezîranê bi bîr bînin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mûdiriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Dêrikê ji bo mamosteyan dewreyên perwerde vekirin. Dê mamoste bi riya van dewreyan perwerde li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî bibînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Li dijî pîvanên paşverûtiya civakê ku hebûna jinan înkar dikin, jineke ciwan a ji pêkhateya ereb serî hilda û beşdarî nava xebatên ciwanan bû û xwe bi rêxistin kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Buroya Çandiniyê a girêdayî Meclisa El-Mehmûdlî ya rojavayê herêma Tebqayê hewl dide bi sedan daran ji hişkbûnê biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Buroya Kooperatîfan hewl dide projeyeke xwedîkirina masiyan pêk bîne da ku pêdiviyên welatiyan a goştê masiyan peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Zarokê bi navê Hisên Ebdullah ê 13 salî ji ber êrîşên balafiran û hilweşandina bajarê Helebê neçarî koçberiyê bû û di kampeke koçberiyê ya li Bakurê Sûriyeyê de bi cih bûye û niha xwarin û şîraniyên ku koçberekî dane wî difiroşe û pê debara malbata xwe dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Yekemîn herêma ku pêwîst bû bikeve rojeva Erdogan û dewleta Tirk Minbic bû, tevî ku çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû, tu helwesta tirkan derbarê Minbicê de çênebû. (BI WÊNE)

ANHA