Meteryalên Rêveberiya Xweser derbasî hemû merheleyên perwerdeyê dibin

Mûdiriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Dêrikê ji bo mamosteyan dewreyên perwerde vekirin. Dê mamoste bi riya van dewreyan perwerde li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî bibînin.

Meteryalên Rêveberiya Xweser derbasî hemû merheleyên perwerdeyê dibin
28 hezîran, 2018   04:20

AMARA CÛDÎ-CÎHAD ROJ / QAMIŞLO

Li Herêma Cizîrê 21 hezar mamoste li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî perwerde dibînin. Ev perwerde ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ve hatiye birêxistinkirin.

Mûdiriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Dêrikê jî destbi dewreyên perwerde yên mamosteyan kiriye û niha hezar û 93 mamoste li ser meteryalên perwerde yên nû perwerde dibînin. Piştî ku dewreyên perwerde bi dawî bibin dê mamoste li ser dibistanên herêma Dêrik, Koçeran û Beravê werin belav kirin.

Meteryalên Rêveberiya Xweser

Li herêma Cizîrê li hemû dibistanên seretayî heyanî dibistana amadeyî refa 11`emîn dê şagirt merteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên nû bixwînin. Hemû pêkhate dê meteryalê nû bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne. Meteryalên refa 12`emîn a dibistanan amadehî hîna nehatine amade kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dema ku destbi xebatên meteryalên amadekirina meteryalên nû kir ji dibistana seretayî dest pê kir, par jî meteryalên dibistana navîn hatin amadekirin û îsal jî meteryalên dibistana amadehî heyanî refa 11`emîn hatine amadekirin. Ji bo sala nû ya xwendinê meteryal heyanî refa 11`emîn hatine amadekirin û ji bo refa 12`emîn jî Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Menal Mihemed da zanîn ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê niha amadekarî dike ku Zanîngeha Rojava fereh bike, her wiha şaxên wê zêde bike û avahiyên nû lê bikin da ku şagirtên refa 12`emîn jî destbi xwendina meteryalên nû yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin.

Madeyên li ser meteryalên nû hatine zêdekirin

Di meteryalên nû de madeyên zanist û wêje hatine amadekirin, niha mamoste jî li ser madeyên meteryalên nû weke dîrok, erdnîgarî, bîrkarî, fîzya û kîmya, zimanê erebî, zimanê kurdî û ingilîzî, mûzîk, resim û werzîşê têne perwerde kirin.

Rêveberiya Xweser pirtûka netew û ol ji meteryalê nû rakiriye û şûna wê li ser meteryalên dibistana seretayî madeya `islûb û rêbazên perwerdekirine` zêdekiriye û madeyên `çand û exlaq, zanista civakî, islûb û rêbazên perwerdekirine, zimanê gerdûnê û jineolojî` li ser meteryalên dibistana navîn û amadehî hatine zêdekirin. Her wiha tê nîqaşkirin ku şûna madeya ol madeyekî bi navê `dîroka ol û baweriyên gelan` were zêdekirin.

Her pêkhate dê bi zimanê xwe bixwînê

Li Bakurê Sûriyê û Rojava zimanê suryanî, kurdî û erebî zimanên fermî ne ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser meteryalê nû bi her sê zimanan amade kiriye.

Niha mamoste li ser meteryalên bi zimanê kurdî û erebî têne perwerde kirin û amadekarî tê kirin ku mamoste li ser meteryalên zimanê suryanî jî werin perwer kirin. Ji bo meteryalên zimanê suryanî navendên taybet hene dê Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Komeleya Çandî ya Suryanî van navendan organîze bikin.

Perwerdeya mamoste du mehin

Li gorî bernameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê mamoste demsala havînê du mehan perwerde li ser hevdû bibînin da ku bikarbin meteryalên nû bidin şagirtan. Her wiha Rêveberiya Xweser mamosteyên ku meteryalên rejîmê didan pêşwazî dike. Rêveberiya Xweser dê wan mamosteyan di ezmûnan re derbas bike û mamosteyên dikarin perwerde bidin qebûlbike.

Binketin di dibistana seretayî de nîne

Li gorî sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser di pêvajoya seretayî de asta şagirt çi qasî xerab be ew di refa xwe de namîne û dê refa xwe derbas bike. Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Menal Mihemed Emîn anî ziman ku eger şagirt di dibistana seretayî de têkbiçe dibe sedema bandoreke neyînî li ser piskolojiya wî bike û wiha berdewam kir:˝ Di pêvajoya dibistana seretayî de em şagirt ji hemû aliyan ve perwerde dikin û hedefa me avakirina kesayeta şagirtane˝.

`Me zehmetî derbas kirin`

Menal Mihemed Emîn anî ziman ku ew niha 20 hezar mamoste li ser meteryalên nû amade dikin û wiha berdewam kir:˝ Me pêvajoyên destpêke yên xwendinê gelekî zehmetî kişand lê belê me ew zehmetî derbas kirin˝.

Ji bo malbatên şagirtan jî Menal Mihemed Emîn wiha got:˝Li pêşeroja zarokên xwe netirsin, êdî tecrûbeyên me yên xwendinê ji yên rejîmê zêdetir bûne. Me di pêvajoya destpêke ya xwendinê de gelekî zehmetî kişandin lê belê em niha gihîştine pêvajoya vekirina zanîngehan˝.

Meteryalên nû yên Rêveberiyê dihatin rexnekirin

Opozisyonê di bin navê mamoste ne pisporin û meteryalên Rêveberiya Xweser nayên qebûlkirin, her tim Rêveberiya Xweser rexne dikir. Partiyên weke ENKS`ê û hinek aliyên girêdayî rejîma Sûriyê dixwestin li pêşiya meteryalên Rêveberiya Xweser bibin asteng.

Mamosteyê bîrkarî ê bi navê Mihemed Qedrî ku diploma li zanîngehê rejîma Sûrî biriye 12 salan mamostatî li gel rejîma Sûrî kiriye niha jî tevlî dewreyên perwerde yên mamosteyên Rêveberiya Xweser bûye. Mamoste Qedrî ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:˝ Merteryalên Rêveberiya Xweser gaveke baş e û eger di pêşerojê de danûstandin di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê li ser destûr were kirin, mirov dikare meteryalê xwendinê yê Rêveberiya Xweser têxe destûrê Sûriya pêşerojê˝.

Her wiha mamoste Qedrî bang li hemû mamosteyên meteryalên rejîma Sûrî didin da ku tevlî dewreyên perwerde yên Rêveberiya Xweser bibin û li ser meteryalên nû perwerde bidin şagirtan.

Mamoste Qedrî li bajarê Qamişlo li ser madeya bîrkarî ya meteryalên Rêveberiya Xweser perwerde dît û niha li herêma Dêrikê gurûpên mamosteyan li ser meteryalê Rêveberiya Xweser perwerde dike.

`Ji meteryalên rejîm baştir e`

Têkildarî meteryalê xwendinê yê Rêveberiya Xweser mamoste Mihemed Qedrî got:˝ Meteryalê Rêveberiya Xweser ji yê rejîmê baştir e. Lê belê hîna pêdiviya me heye ku em hîn zêdetir li ser vî meteryalê nû xwe perwerde bikin. Tecrûbeya me ya meteryalan hîna nû ye û divê em hîn zêdetir di karê xwe de pispor bibin˝.

Cûdahiya di navbera meteryalên rejîma Sûriyê û meteryalên Rêveberiya Xweser mamoste Qedrî wiha şîrove kir:˝ Zanist di hemû zimanan de zaniste lê belê ez niha bi zimanê kurdî fêrî têgehên zanistî bûm û ev ji bo min tiştekî nû bû. Tişta baş em bi zimanê xwe fêrbibin û bidin fêrkirin. Berî niha em bi zimanê erebî fêrî têgehên zanistî bûn, niha em bi zimanê xwe zimanê kurdî fêrî têgehên zanistî dibin. Ez bi vê yekê gelekî kêfxweşim û perwerdeya me ya li ser meteryalên Rêveberiya Xweser gelekî baş derbas bû. Li dibistanên me rakirina meteryalên rejîma Sûrî û li ser meteryalên Rêveberiya Xweser xwendin berdewam kirin gavekî gelekî baş bû. Di şoreşê de bi zimanê kurdî fêrkirin erkekî exlaqî ye ku ji me têxwestin˝.

`Daxwaza berdewamkirina perwerde hat kirin`

Mamoste Ezîz El-Ezîz bi zimanê erebî li ser meteryalên Rêveberiya Xweser perwerde dibîne. Ezîz ji ajansa me (ANHA) re axivî û wiha got:˝ Di meteryalên rejîma Sûrî de mirov fêrî her tiştî nabe, çarçeva wê diyar e lê belê bi riya meteryalên Rêveberiya Xweser min kevneşopî û çanda gelên curbecur naskir. Ji ber vê yekê divê dewreyên perwerde yên mamosteyan berdewam bikin. Em ê bi riya van dewreyên perwerde yên mamosteyan bighîjin asteke hîn baştir˝.

(np)

ANHA