'Mîsyona rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyan e'

Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji şîrovekirina detayên konferansê û biryarên ku hatin standin civîn rêzecivîn li dar xistin.

'Mîsyona rizgarkirina Efrînê erka hemû welatiyan e'
27 hezîran, 2018   17:39

ŞEHBA

Civîn li navçeya Kefer Naya, gundên Babis û Um El-Hoş ên kantona Şehbayê  bi amadebûna bi sedan welatiyan hatin lidarxistin. Di civînê de nêrîn û pêşniyarên welatiyan hatin girtin.

Di civînan de piştî rêzgirtinê, encamneya Konferansa Rizgarkirina Efrîne hate xwendin, her wiha nîqaş û axaftinên di konferansê de hatin kirin, ji welatiyan re hatin vegotin.

Endmên konferansê, bal kişandin ser, kêmasî û şaştiyên ku di saziyên sivîl û leşkerî yên Efrînê re hatin kirin destnîşan kirin û li hemberî kêmasiyan girîngiya girtina tedbîran hate destnîşankirin. Hate gotin ku ji bo parastina jiyana sivîlan ji teknîka pêşketî ya şer divê şikef û spartgeh werin amade kiirn.

Beşdaran jî, ji bo derbaskirina kêmasiyan nêrîn û pêşniyarên xwe gotin û diyar kirin ku ew amade ne li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê bisekinin û berxwedaniya xwe berdewam bikin ta Efrîn azad bibe û gel li warê xwe vegere.

250 endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê 18'ê Hezîranê de Konferansa Rizgarkirina Efrînê lidar xistin. Konferans 4 rojan berdewan kir û bi biryaran derbarê rizgarkirina Efrînê bi dawî bû.

(bb)

ANHA