Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE

Îro li Efrînê  3 teqîn rû dan, piştî teqînê dewriyeyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî di nava bajar zêde bûn û riyên qut kirin. Agahî hene ku dê qedexekirina derketina derve were ferizkirin.

Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
Efrîn piştî teqînan- BI WÊNE
27 hezîran, 2018   14:31

ROJ MÛSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet di 12.35'an de li navenda çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ya li nêzî Çerxerêya Kawa ya li bajarê Efrînê 2 teqîn pêk hatin. Hate zanîn ku teqîn ji ber 2 bombeyên li herêmê hatin bicihkirin, pêk hat. Di encama teqînan de hejmarek çete hatin kuştin, her wiha hin welatiyên sivîl ên nêzî herêmê bûn jiyana xwe ji dest da û ziyaneke madî di avahiyên derdorê de pêk hatiye. Piştî 2 teqînên li nêzî Çerxerêya Kawayê Hesinkar a li bajarê Efrînê, li nêzî Nexweşxaneya Dêrsim jî teqînek pêk hat. Di teqînê de derdora 20 kuştî hene.

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker piştî teqînan liv û tevgera xwe di nava bajêr de zêde kirin û dewriyeyên xwe di nava bajêr de xurt kirin, her wiha gelek rê qut kirin û bendên kontrolê çêkirin. Li gorî çavkaniyên ji hindirê Efrînê tevgera ji aliyê dagirkeran ve ya piştî teqînan nîşan dide ku mijareke heye Tirkiyê dixwaze veşêre.

Gelek çavkaniyan jî destnîşan kir ku kesên ku ev teqînê pêk anîne, leşkerên Tirkiyê bi xwe ne, armanc jê ew e ku hebûna xwe rewa bikin û bidin xuyakirin ku ew in ên ku aramiya herêmê diparêzin.

Her wiha hate ragihandin ku di teqînan de çeteyan windahiyên mezin dîtin, di teqîna sêyemîn de jî hejmarek sivîl, di nav de zarok hebûn birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneya leşkerî ya gundê Kefer Şîl a li ser riya Raco – Efrînê, hate girtin cenazeyên 7 kuştiyên çeteyan û zêdeyî 5 birîndarên wan derbasî nexweşxaneyê hatin kirin. Çavakaniyên ji nexweşxaneyê agahî dan ku hejmara kuştiyên çeteyan 20 derbas kir.

Her wiha cenazeyên kuştiyekî û û 3 sivîl, 19 çete birîndar û 17 jî sivîl derbasî nexweşxaneya Selam bûn.

Ji welatiyên herêma Efrînê (A.E) diyar kir ku rewşa li bajarê Efrînê ji ber kuştî û birîndaran tevlihev e û got, "Çete li kolana me belav bûne, hemû rê û sûk girtine."

(E. H) jî, da zanîn ku şêniyên Efrînê dikanên xwe yên li sûkê girtin, dukanên kesên ku li Efrînê hatin bicihkirin tenê man vekirî. A. H anî ziman ku agahî hene ku dê di demeke nêz de operasyonên binçavkirinê ji aliyê dagirkeran ve bêne kirin.

Li aliyekî din jî, hate gotin ku li nêzî cihê teqîna yekem, çeteyên "Cebha El-Şamiya û "Lîwa Mûtesem Billah" bihev ketin.

Di wêne û dîmenên ku ketine destê me de, hejmarek cenazeyên şewitî, nayê naskirin ên kê me diyar dibe.

(bb)

ANHA