Li Efrînê 2 teqîn, kuştî hene

Li Efrînê di navenda çeteyên artêşa tirk a dagirker de teqîn pêk hatin. Çavkaniyên herêmî diyar kir ku di encama teqînan de hejmarek çete hatin kuştin û hin sivîlên li nêzî herêmê jiyana xwe ji dest da.

Li Efrînê 2 teqîn, kuştî hene
27 hezîran, 2018   10:28

EFRÎN

Îro saet di 12.35'an de li bajarê Efrînê di navenda çeteyên artêşa tirk de 2 teqîn pêk hatin. Çavkaniyan destnîşan kiri ku di teqînan de hejmareke çete hatin kuştin, her wiha hin welatiyên sivîl ên li derdorê jî jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku îro saet di 12.35'an de li navenda çeteyên El-Cebhe El-Şamiye ya li nêzî Çerxerêya Kawa ya li bajarê Efrînê 2 teqîn pêk hatin. Hate zanîn ku teqîn ji ber 2 bombeyên li herêmê hatin bicihkirin, pêk hat. Di encama teqînan de hejmarek çete hatin kuştin, her wiha hin welatiyên sivîl ên nêzî herêmê bûn jiyana xwe ji dest da. Her wiha ziyaneke madî di avahiyên derdorê de pêk hatiye. Der barê hejmara kuştiyan de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Ji duh ve li devera di navbera Çerxerêya Kawayê Hesinkar û heta sûka sebzeyên rojane di navbera çeteyên Cebhet El-Şamiye û çeteyên bi navê Lîwaî El-Mutesim de şerên dijwar derdikevin. Hate zanîn ku şer ji ber nakokiyên di navbera çeteyan de ku li ser tiştên ji kargeh û fabrîqeyên Bêrînê yên li ser rêya Raco-Efrînê dizîne, pêk hatiye.

ANHA