Wezîrên ewropayî: Tirkiye ji Yekitiya Ewropayê dûr dikeve

Wezîrên Ewropayê yên dewletên Yekitiya Ewropayê diyar kir ku Tirkiye bêtir ji Yekitiya Ewropayê dûr dikeve.

Wezîrên ewropayî: Tirkiye ji Yekitiya Ewropayê dûr dikeve
27 hezîran, 2018   10:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê (YE) ragihand ku danûstandinên ji bo beşdarkirina Tirkiyeyê di yekitiya xwe de di rewşeke "cemidandina temam" de ye û destnîşan kir ku Enqere bêtir ji koma YE’yê dûr dikeve û îhtîmala guhertineke vê rewşê di pêşerojê de gelekî lawaz e.

Wezîrên ewropayî yên dewletên YE’yê di daxuyaniyekê de piştî civîna wan a li Luksemburgê diyar kir ku Meclisa Wezîran dibîne ku Tirkiye bêtir ji YE’yê dûr dikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku danûstandinên beşdarkirina Tirkiyeyê gihaştine xaleke cemidandina temam.

Di van salên dawîn de têkiliyên Yekitiya Ewropayê bi Tirkiyeyê re ji ber rêzenakokiyên girêdayî gelek dosyayên mafên mirovan û serweriya qanûnê, nemaze piştî hemleya dijwar a serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a piştî hewldana derbeya têkçûyî ya li dijî wî di Tîrmeha 2016'an de, gelekî paşve çûne.

Wezîran di daxuyaniya xwe de wiha got: "Meclis li hemberî paşveçûna berdewam a serweriya qanûn û mafên sereke û di nava wan de mafên azadiya ramanê, xemgîn e."

Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin gotin: "Ne pêkan e têkçûna serxwebûna desthilatdariya dadgeriyê were paşguhkirin. Ne pêkan e em qeydên niha û çalakiyên girtin û gelek tedbîrên din ên li dijî rojnamevan, akademîsyen û endamên partiyên siyasî paşguh bikin. Her wiha di nava wan de parlementer û parêzvanên mafên mirovan û çalakvanên dezgehên malperên civakî jî hene."