Hêzên Yemenê çalakiyên xwe yên li dijî hûsiyan didomînin

Artêşa Yemenê ku bi alîkariya Koalîsyona Erebî tev digere, çalakiyên xwe yên leşkerî li bajarê El-Hudeyda û bendera wê berdewam dike.

Hêzên Yemenê çalakiyên xwe yên li dijî hûsiyan didomînin
27 hezîran, 2018   10:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffith dê serdana Yemenê bike û bi serokê Yemenê Ebduribeh Mensûr re hevdîtinekê pêk bîne.

Berpirsyarekî hikumeta Yemenê da zanîn ku Martin Griffith dixwaze rewşa bendera El-Hudeyda nîqaş bike, ji bo ku bikeve bin destê wan.

Çavkaniyên leşkerî da zanîn ku Hêzên Koalîsyona Erebî li gelek cihan êrîşî hêzên hûsiyan kir.

Her wiha çavkaniyên leşkerî ji malpera Ensarullah ya bi ser hûsiyan ve da zanîn ku rêveberê tûgayekê tevî 6 leşkerên xwe di çalakiyekê de hatine kuştin.

Tê zanîn ku hêzên El-Husiyîn cihê sereke yê lojistîkê û baregeheke cebilxaneyê ya hêzên Yemenê li herêma El-Dirêmî li berava rojava teqandin.

(cu/ew)

ANHA