Çete li Efrînê kabloyên ceryanê didizin

Komên çete yên artêşa tirk a dagirker kabloyên ceryanê ji kolanên Efrînê didizin.

Çete li Efrînê kabloyên ceryanê didizin
Çete li Efrînê kabloyên ceryanê didizin
27 hezîran, 2018   10:04

EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, vê care jî berê xwe da kabloyên ceryanê yên li kuçe û kolanên Efrînê   û wan jî didizin.  

Çavkaniyekî ji Efrîn ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku çeteyên dewleta tirk a dagirke kabloyên ceryanê yên ji heybera nehasê ji kolanên bajêr didizin û di dema diziyê de guleyan berdidin ji bo ku welatî ji malên xwe dernekevin.

Çavkaniyê tekez kir ku çete kîloya nehasa kabloyên ceryanê bi 10 hezaran difiroşin.

He wiha çavkaniyê da zanîn ku di navbera çeteyên dewleta tirk a dagirker de li herêmên Efrînê şer derket û dengê çekên giran li taxa El-Mehmûdiyê hate bihîstin lê sedem nehat zanîn.

(cu-dc/ew)

ANHA