ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27.06.2018
27 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Xwest serdana warê xwe Cindirês bike, lê li vir ku di navbera wî û warê wî de tenê 20 km mabû, ji aliyê dagirkran ve tê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bajarê Efrînê ji herêmên herî ewle bû, niha jî her kes jê ditirse. Cihê cîwarbûna gelek koçberên Sûriyeyê bû. Îro jî ji niştecihên resen vala bûye. Çete lê bi cih bûne û her tişt xira kirine. Gelo hestên şêniyên Efrînê çawa ne, dema ku di nava bajarê xwe de digerin? (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Piştî ku Kongreya Star di 19'ê Îlona 2015'an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate damezirandin, gelek pirsgirêkên jinan çareser kirin. Her wiha gelek pirsgirêkên girêdayî civakê li gorî berjewendiya jinan çareser kirin. Keda endamên Kongreya Star û Navenda Weqfa Jinan berhemdar bû. Gelo Kongreya Star pirsgirêkên civak û jinan çawa çareser kirin? (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Tiştekî ku ji koçberiyê û windakirina xizm û malbatê dijwartir tune ye, nemaze hilweşandina her deverekê. Ev rewş di tabloyeke şêwekariyê de ya koçberê bi navê Mihemed El-Hesen ku di kampa Eyn Îsa de bi cih bûye tê vegotin. El-Hesen diyar dike ku wî di nexşekirina tabloyê de rengên hêviyê bi kar anîne û wiha dibêje: "Ez li vir im û hê jî li ber xwe didim." (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Artêşa Tirk a dagirker ji beriya çend salan ve rê nade cotkarên herêmên nêzî sînor ên Rojava ku zeviyên xwe biçînin û dema diçînin rê nadin wan ku berhev bikin. Tevî dîwar li seranserî sînor hatiye çêkirin, lê Artêşa Tirk bi çekên cotkarên ku nêzî zeviyên xwe dibin gulebaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a bajarê Kobanê di çarçoveya pilansaziya meha gulanê de ku riyên xirabûyî bi 100 hezar m3 zif dike, heta niha hezar û 356 m3 zifit kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA