′Tevî ku em di bajarê xwe de ne lê em bi xerîbiyê dihesin′

Bajarê Efrînê ji herêmên herî ewle bû, niha jî her kes jê ditirse. Cihê cîwarbûna gelek koçberên Sûriyeyê bû. Îro jî ji niştecihên resen vala bûye. Çete lê bi cih bûne û her tişt xira kirine. Gelo hestên şêniyên Efrînê çawa ne, dema ku di nava bajarê xwe de digerin?

′Tevî ku em di bajarê xwe de ne lê em bi xerîbiyê dihesin′
27 hezîran, 2018   05:12

NÛRHAT HESEN / EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gelek bombebaran û topbaranan, bajarê Efrînê di 18`ê Adarê de dagir kir.

Li gorî çavkaniyekî ji bajarê Efrînê ku nexwst ku navê wî diyar bibe, ew di bajarê xwe de ne lê ew bi xerîbiyê dihesin.  

Çavkanî di hundirê bajar de geriya û rewşa wê ji me re diyar kir û ev tişt anî ziman: "Rewşa bajêr reben e. Beriya ku çete derbasî Efrînê bibin û kiriyarên hovane pêk bînin rewşa bajarê me ne wisa bû."

Dema ku di kolanên bajar de digere, tevî ku di bajarê xwe de ye jî lê yekser bi xerîbiyê dihese, bi taybet piştî ku bajarê wî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin.

Detayên herî hûr tevî kevirên bajêr beriya niştecihên xwe yên resen dikin. Bêriya kevneşop, çand, sûkên wê yên tijî dike.

Hindek ji şêniyên Efrînê ji ber topbaran û êrîşên bi çekên giran neçar man ku dev ji warê xwe berdin û hindekên din jî di bajar de man.

Dema ku mirov li niştecihên Efrînê yên resen dinêre di rûyê wan de berxwedanî diyar dibe. Tê tekezkirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê wê bi dawî bibe û her çi bibe jî wê gelê Efrînê li axa xwe vegere.

Dîwarên bajêr qirêjî bûne…

Çavkanî ji me re destnîşan kir ku dîwarên bajêr bi nivîsên nîjadperest ên ku dagirkeran nivîsandine qirêj bûne.

Her wiha çavkanî diyar kir ku çeteyan li ser dîwarekî nivîsandina "Efrîn a me ye" û axaftinên mîna fikrên xwe yên qirêjî jî nivîsandina. Her wiha navên xwe û navên serçeteyên xwe jî li ser dîwaran nivîsandine.

Di wêneyekê de jî hate xuyakirin ku li ser dîwarê Zaningeha Efrînê nivîsa ‘Efrînê ya ereban e û wê bimîne ya ereban’ hatiye nivîsandin.

Ji aliyekî din ve jî çavkanî destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi darê zorê jinan neçar dikin ku xwe rûyên xwe bigirin û wiha pê de çû: "Jinên Efrînê hemû mafên xwe bi kar dianîn. Ji ber ku Rêveberiya Xweser rê li pêşiya wan vekiribû lê dagirkeran ev yek binpê kir."

Her wiha çavkanî got ku artêşa tirk a dagirker navên dikanên bazirganiyê guhertine û ev tişt bi lêv kir."Dema ku mirov di kolanên bajar de dimeşe navên dikanên bazirganiyê bala mirovan dikişîne, ji ber ku çeteyan hemû nav guhertine û navê El-Xûta û Şam li wan kirine."

Gule bê ser û ber tên avêtin û çek ji wan dûr nakeve…

Çavkanî mijareke din ji me re diyar kir û got ku di demên berê de bajarê Efrînê bi ewlehî û aştiyê dihat naskirin lê niha jî kesên ku çek ji wan dûr nakeve tê de dijîn û ev tişt bi lêv kir: "Her dem em dengê guleyan dibihîzin. Car caran şer di navbera çeteyan de derdike ji ber vê yekê gule bi ser û ber tên avêtin û carinan jî bê sedem. Çete tu carê guh li ewlehiya şêniyan nakin."

Kiryarên hovan der heqê sivîlan de didomin

Di çarçoveya kiryarên çeteyan çavkanî destnîşan kir ku çeteyên ku xwe firotine dewleta Tirk a dagirker derwan dikin û bi hincetên derwe şêniyan bi çav dikin da ku beranberî berdana wan pereyan bistînin. Her wiha sivîlan direvînin û wan dikujin û wiha pê de çû: "Di hundirê bajar de qerebalix û tevlihevî zêde ye. Her tişt tê bin pê kirin. Tu aliyê peywendîdar tune ne. Ma gelo ev ewlehî û aramiya ku Erdogan behsa wan dike, ev e?"

Rûyên kalepîrên Efrînê çi dibêjin?

Di dawiyê de çavkanî got ku rûyên kalepîrên Efrînê destnîşan dikin ku wê Efrîn ê rizgar bibe û wiha bi dawî kir: "Kalepîrên Efrînê yên ku li ser axa xwe mezin bûne ji zarokatiya xwe ve rûyên wan bala mirovan dikişîne. Rûyên ji mirov re dibêjin ku wê Efrîn rizgar bibe û li şêniyê xwe vegere û darên zeytûnan jî wê bibin şahidên vê yekê."

(bx/ew)

ANHA