Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Esed Ebdulkerîm ê ku 25'ê Hezîranê li bajaroka Sêgir dema erka xwe pêk di anî şehîd bû, li goristanan şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê oxir kirin.

Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin
Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin
Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin
Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin
Bi sedan şehîd Esed Ebdulkerîm oxir kirin
26 hezîran, 2018   14:04

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîd Ebdulkerîm ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwamekî ji dehan erebeyan ku bi wêneyên şehîd xemilandibûn ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê ve bi rê birin.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin.

Paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Xetîb û Fermandarê Hêzên Asayîşê Idrîs Dirbêsiyê axivîn. Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd Esed Ebdulkerîm re xwestin.

Hate gotin ku şehîd bi xwîna xwe ya paqij axa welat rizgar kirin û saza şopandina xeta şehîdan hate nûkirin.

Piştî axaftinan, wesîqa şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata we hate kirin.

Gireseya gel, cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA