Gerîla TV dîmenên çalakiya li Şirnexê weşandin

Gerîla TV, dîmenên çalakiyeke gerîla ya 16'ê Nîsanê ya li Şirnexê weşandin ku di encamê de 8 leşkerên tirk hatibûn kuştin.

Gerîla TV dîmenên çalakiya li Şirnexê weşandin
26 hezîran, 2018   11:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encamên çalakiyê ev agahî dabûn:

"Hêzên me 16'ê Nîsanê di çarçovaye Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên artêşa tirk a li girê Guzê Kurkê yê Şirnexê çalakiyeke bibandor li dar xist. Leşker û kontrayên li vî girî ku demeke dirêj hatin kontrolkirin, 16'ê Nîsanê di saet 08.00'an de derketibûn bejahiyê. Hêzên me ev yekîneya ku derketibû bejahiyê dorpêç kir û bi awayekî bibandor lê xist. Di vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkeran û li ser cenazeyan çekeke G3 û hewaneke 69 mm jî rakirin."

http://anfnews.tv/files/1589-gerilla-tv-16-nisan-2018de-srnak-guze-kurke-eylemi.mp4