Daxwaza hevdîtana bi Ocalan re careke din hat redkiririn

Bê hiqûqiya li IImraliyê berdewame. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi armanca bi muwekilê xwe re hevdîtin pêk bînin cara 766'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozger serlêdana parêzeran red kir.

Daxwaza hevdîtana bi Ocalan re careke din hat redkiririn
26 hezîran, 2018   11:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan Newroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr bi armanca bi muwekilê xwe Ocalan re hevditinê bikin cara 766'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serdozgeriyê serlêdan red kir.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerên Ocalan 766 caran serlêdan kirin û hemû serlêdanên wan bi hinceta "Keştî xerabe ye", "Rewşa hewayê nebaş e", "Personel tune ye" û "Rewşa Awarte” heye" hatin redkirin.