Şandeya Hemasê dê serdana Qahîreyê bike

Çavkaniyekî ji tevgera Hemasê diyar kir ku şandeyeke tevgera wan li ser vexwendina îstîxbaratên Misrê dê serdana Qahîreyê bike û destnîşan kir ku Misr dê danûstandinê bi tevgera Fetih re jî bike û ew niha li benda bersiva tevgerê ye û got ku planeke Misrê ji bo alîkariya bi Xazeyê re heye.

Şandeya Hemasê dê serdana Qahîreyê bike
26 hezîran, 2018   11:14

XAZE

Çavkaniyekî ji tevgera Hemasê ji ajansa me re aşkera kir ku şandeyeke tevgera wan dê di van rojên pêş de berê xwe bide Qahîreyê piştî ku vexwendnameyek ji îstîxbarata Misrê wergirt. Di serdanê de dê gelek dozên girêdayî rewşa aborî ya herêma Xazeyê gotûbêj bikin. Tevgerê destnîşan kir ku Misr dê di vê dema niha de planekê bide meşandin da ku rewşa aborî li herêma Xazeyê were pêşxistin. Her wiha dê projeyên di navbera Misr û Xazeyê de gotûbêj bike. Di nava van projeyan de avakirina devereke bazirganiyê jî heye da ku tevgera welatiyên Xazeyê di deriyê sînorê Refah ê bejahî re hêsan bibe û balafirgeha El-Erîş ji nû ve were aktîfkirin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku Misrê tevgera Hemas agahdar kir ku îstîxbarata Misrê dê civînan li dar bixe da ku çalakiya lihevhatina Filistînî bi tevgera Fetih re bi pêş bixe, nemaze piştî ku ji ber gelek sedeman hate rawestandin. Rêveberiya Misrê hê jî li benda bersiv û helwesta Fetih û serokê Filestînê Mehmûd Ebbas e.

Çavkanî destnîşan kir ku Misrê di peyama xwe de diyar kiriye ku eger Fetih vexwendina wê red bike, rêveberiya Misrê dê gavên tekalî ber bi herêma Xazeyê ve biavêje, bêyî ku li desthilatdariya Filistînê vegere û alîkariya wê ya aborî bike û projeyan pêşkêşî wê bike.

Hêjayî gotinê ye ku lihevhatinên Filistînê komeke pêngav û hevpeymanan di navbera tevgerên Hemas û Fetih de pêk anîne, lê tu gav li ser erdê pêk nehatine.

ANHA