Du top li nêzî balafirgeha Şamê ketin

Du topên Îsraîlê li nêzî balafirgeha giştî ya Şamê ketin.

Du top li nêzî balafirgeha Şamê ketin
26 hezîran, 2018   08:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên nêzî rejîma Sûriyeyê da zanîn ku di şeva borî de, du topên Îsraîlê li nêzî balafirgeha giştî ya parêzgeha Şamê ketin û di encamê de gelek ziyanên madî çêbûn û her wiha agir li cihê bûyerê pêket.

Çavkaniyên herêmî jî da zanîn ku du topên Îsraîlê piştî ku ji aliyê çekên parastina hewayî ve hatin hedefgirtin, li nêzî balafirgehê ketin.

Ajnasa Sana ya nêzî rejîma Sûriyeyê jî da zanîn ku ev topên ku hatine avêtin di çarçoveya karê dijminane yê Îsraîlî û rêxistinên terorîst de çêbûye û piştî derbeyên giran ji artêşa Sûriyeyê xwarin, ji bo bilindkirina morala xwe ev êrîş pêk anîne.