Rûhanî: Vekişandina Trump ji hevpeymana nukleer kambaxî ye

Serokê Îranê Hesen Rûhanî biryara serokê Amerîkaym Donald Trump a vekişandina ji hevpeymana nukleer rexne kir û got ku ev vekişandin kambaxî û bêqanûnî ye. Her wiha Washington tawanbar kir ku hewl dide Îranê hilweşîne.

Rûhanî: Vekişandina Trump ji hevpeymana nukleer kambaxî ye
26 hezîran, 2018   09:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Îranê Hesen Rûhanî îro biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina ji hevpeymana nukleer a di navbera Tehranê û hêzên navneteweyî de rexne kir û got ku Îran tu carî serê xwe ji zextên Amerîkayê re natewîne û dê parastina serxwebûn û nirxên xwe bike.

Rûhanî di axaftina xwe ya li dîdargeha giştî ya dadgeriyê de ku di televîzyona fermî de hatiye weşandin, got ku gava Trump a girêdayî hevpeymana nukleer kambaxî û bêqanûnî ye û rûyê Amerîkayê di cîhanê de reş kiriye û Îran jî mafê xwe yê geşkirina uranyumê ji bo armancên aştiyane diparêze.

Rûhanî her wiha Amerîka tawanbar kir ku ew hewl dide Komara Îslamî ya Îranê ku piştî şoreşa 1979'an hatiye damezirandin, hilweşîne.

Rûhanî bal kişand ser ku planekê ku Amerîka çêdike ew e ku Îran neçar bimîne ku ji hevpeymana nukleer derkeve, ango ne ew jê vekişe û wiha domand: "Amerîka her tim dixwaze rengekî ewlekarî bixe ser mijara nukleerê ya Îranê. Li ser vê bingehê hewl dide nîşan bide ku Îran erkên xwe yên nukleer pêk nayne. Lê nikaribû ajansa navneteweyî bi îdiayên xwe razî bike. Nîşana vê yekê jî ew e ku Yekitiya Ewropayê bi 28 dewletên xwe û hemû dewletên girêdayî hevpeymana nukleer vekişandina Amerîkayê ji hevpeymanê red kir.