Pir xirab bûne û derfetên şaredariyê kêm in

Şaredariya El-Cirniyê ji ber kêm derfetan nikare pirên di encama lehî û şerên li herêmê rûdane de çaksaz bike.

Pir xirab bûne û derfetên şaredariyê kêm in
Pir xirab bûne û derfetên şaredariyê kêm in
Pir xirab bûne û derfetên şaredariyê kêm in
Pir xirab bûne û derfetên şaredariyê kêm in
26 hezîran, 2018   06:02

TEBQA

Ji ber baran û lehiyên vê dawîyê li herêmê hejmarek zêde pirên û riyên herêma Tebqayê zirar dîtine ew jî bandorek neyînî li rewşa aborî û bazirganî ya herêmê kir, nameze bi rasthatina demsala veguestina hilbirîn.

Endamê rêveber ê komîteya Teknîkî ya Şaredariya El-Cirniyê Wail El-Zahir got:" ji ber baran, lehî, hejmareke zêde ji pirên herêmê hiweşiyan. Şaredarî ji ber kêm derfetên xwe nikare pirsgirêkê çareser bike".

El-Zahir gotinên xwe wiha bi dawî kir:" Em plan dikin ku tîmek ji endezyaran avabikin karê wan pêşkeşkirina plan û projeyên çaksakirina pirên û riyên herêmê".

Hêjayî gotinê ye ku 7 pirên herêmê ji ber şerên ku li herêmê rûdane de hatine rûxandin.

(şx)

ANHA