Li Tebqayê pirsgirêka ceryanê çareser dibe

Miduriyeta Enerjiyê ya Tebqayê ji bo amadekariya stasyoneke berdest a ceryanê dest bi amadekariyan kir.

Li Tebqayê pirsgirêka ceryanê çareser dibe
Li Tebqayê pirsgirêka ceryanê çareser dibe
Li Tebqayê pirsgirêka ceryanê çareser dibe
Li Tebqayê pirsgirêka ceryanê çareser dibe
26 hezîran, 2018   05:57

MIHMED HEYAWÎ / TEBQA

Miduriyeta Enerjiyê ya Tebqayê mehek beriya niha dest bi xebatên amadekariya stasyoneke nû kir. Lê ji ber kêmderfetiyan amadekariyên wê dereng man. Piştî ku derfet hatin peydakirin, kar û xebat bi lez têne meşandin û wê di nava demeke kurt de stasyona hilberandina ceryanê amade be.

Dema stasyona berdest amade bibe, wê barê li ser stasyona sereke ku niha tekane stasyona herêmê ye, sivik bibe. Stasyona niha bi hêza 30 megavat (MW) e.

Giraniya barê ku ketiye ser stasyonê derketibû asta herî jor, ji ber vê yekê jî tengavî çêbûbû, bi taybet piştî ku bajarokê El-Mensûra jî pê ve hate girêdan.

Li gorî agahiyên ji Miduriyeta Enerjiyê ya Tebqayê hatin wergirtin, stasyona berdest 10 MW dê bide, dê ji vê stasyonê ceryan li ser taxên bakur ên bajarê Tebqayê Ayîd Xerebha û herêma El-Bûasî ya bakurê rojavayê bajar were belavkirin.

ANHA