Parlementerê Goran: Divê hikûmeta Iraqê gavên berbiçav bavêje

Endamê parlemana Başûrê Kurdistanê Umer Înayet destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk ên li dijî Qendîlê çareseriyên siyasî yên doza kurdî têk dibe û bang kir ku li dijî êrîşan divê di zûtirîn dem e de Kongreya Netewî ya Kurdistanê were lidarxistin.Înayet her wiha ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku li hember êrîşan gavên ber bi çav bavêje.

Parlementerê Goran: Divê hikûmeta Iraqê gavên berbiçav bavêje
26 hezîran, 2018   05:33

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Di çarçoveya berdewama êrîşên artêşa Tirk û dagirkeriya wê ya Başûrê Kurdistanê, ku hemû qanûn û zagonên navneteweyî binpê dike û hewl dide tevgera Rizgariya Kurdistan tune bike. Girêdayî mijarê ajansa me (ANHA) hevdîtinek bi nûnerê Tevgera Goran ê di parlemana Başûrê Kurdistanê de Umer Înayet re pêk anî.

Înayet di destpêka axaftina xwe de got ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê û êrîşên wê li dijî çiyayên Qendîlê hewldaneke hikumeta Erdogan a têkbirina çareseriyên siyasî yên doza Kurdî ye û wiha anî ziman: "Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dubare banga çareseriya siyasî ya doza Kurdî dike û pêşgaviya xwe di pêngava çalakiya aştiyê de dikir. Li aliyê din hikumeta Erdogan li hemberî van gavên wê êrîşên xwe dijwartir kir."

Parlementerê kurd çiyayê Qendîlê wek sembola hemû kurdan li cîhanê nîşan da û wiha domand: "Hikumeta AKP'ê bawer dike ku dê vê sembolê ku nûnertiya gelek azadîxwaz ên cîhanê dike têk bişkîne û ji bîr kiriye ku ev fikra azad ji Qendîlê derketiye û li gelek herêmên cîhanê belav bûye."

Înayet got ku, divê hûkumeta Iraqê li hember dagirkeriya dewleta tirk a li ser başurê Kurdistanê rabe û wiha pê de çû: "Divê hikumeta Bexdayê li dijî erîşên li ser başûrê kurdistan ne tenê bi daxuyaniya helwesta xwe nîşan bide, divê gavên ber bi çav bavêje. Divê koalîsyona navneteweyî jî rê li pêşiya van destdirêjiyên Tirkiyeyê bigire."

Parlemanterê Goran diyar kir ku êrîşa artêşa Tirkiyê li dijî Qendîlê piştî ku siyasetên AKP'ê yên derbekirina destkeftiyên Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk hatine, pêk tên û wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide hebûna kurdan tune bike. Tirkiyê çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi hevkariya hin ajanên kurd li dijî pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê dane şerkirin û li dijî jiyana hevbeş a li bakurê Sûriyeyê derdikeve. Tikriyê hewl dide aloziyeke kurdî-kurdî wek aloziya li başûrê Kurdistanê li bakurê Sûriyeyê jî  çêbike."

Nûnerê Tevgera Goran di parlemana Başûrê Kurdistanê de Umer Înayet di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû partiyên kurd, rêxistin û saziyên sivîl û hiqûqî kir ku bi yek helwestê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê tê bikoşin û kongreya neteweyî ya Kurdistanê di zûtirîn dem de lidar bixin û wiha got: "Çareseriya doza Kurdî li her parçeyekî Kurdistanê girêdayî lidarixstina kongreya neteweyî ya Kurdistanê. Her aliyekî ku li pêşiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê dibe asteng, bi dijminên kurdan re dibin hevakar."

ANHA