ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26.06.2018
26 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Ednan Elî amadekariyên çapkirina beşa yekem a pirtûka "Jînameya şehîdên berbanga sibehê" dike. Pirtûk çîrokên şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de ya ku çeteyên DAIŞ'ê derheqê sivîlên Kobanê pêk anî bûn, dibêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê parlemana Başûrê Kurdistanê Umer Înayet destnîşan kir ku êrîşên artêşa tirk li dijî Qendîlê çareseriyên siyasî yên doza kurdî têk dibe û bêdengiya hikumeta Bexdayê li hemberî êrîş û dagirkeriya Tirkiyeyê li Qendîlê şermezar kir û banga lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Rojnamevan û çalakvana siyasî û hiqûqnasa lubnanî Nehmet Bedredîn got ku mafên jinan di şoreşa Bakurê Sûriyeyê de wergirtine, li tu welatên din ên Rojhilata Navîn nehatine wergirtin. Her wiha destnîşan kir ku dê piştgiriya şoreşa jinan bikin, dê konferansekê li Lubnanê li dar bixin û ji tecrubeya jinên Bakurê Sûriyeyê sûdê wergirin û tecrubeya wan bi jinên Lubnanê re parve bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya Enerjiyê ya Tebqayê ji bo amadekirina terensekî bi hêza 10 miga wat/demjimêrî ku dê ceyran bide 3'ê herêmên Tebqayê xebatan dimeşîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya El-Cirniyê ji ber kêm derfetan nikare pirên di encama lehî û şerên li herêmê rûdane de çaksaz bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA