YRA revandina 4 rojnamevanên ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve şermezar kir

Yekîtiya Ragihandina Azad revandina 4 rojnamevanan ji aliyê çeteyên "Mertala Firatê" ve şermezar kirin û bang li aliyên peywendîdar kirin ku ji bo serbestberdana wan tevbigerin.

YRA revandina 4 rojnamevanên ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve şermezar kir
25 hezîran, 2018   21:10

NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarê revandina 4 rojnamevanan ji aliyê koma çete ya "Mertala Firatê" daxuyanî da.

Daxuyaniya YRA'yê wiha ye:

"Di dîroka 22'ê vê mehê girûpek hevalên me yên rojnamevan bi armanca erka xwe ya rojnamevaniyê pêk bînin diçûn gundê El-Hêşiriyê yê girêdayî Minbicê.

Dema ku di rê de bûn riya xwe winda kirin, li nêzî xeta Sacûrê komeke çekdar girêdayî Mertala Firatê bi kincên sivîl li wan rast hat.

Girupa çekdar 4 rojnamevanên Ereb 24 (Kanîwar Xelef, Hesen Xelef, Ridwan Xelîl û Îsam Ebas) revandin, her wiha nûçegihanê Kenala El-Hurra Heybar Osman reviya.

Koma çekdar ji du aliyan ve gule li hewa reşand û rojnamevan birin cihekî ne diyar.

Wekî YRA'yê em vê kiryarî bi tundî şermezar dikin û bang li aliyên têkildar û saziyên ragihandinê dikin dikin ku destwerdanê bikin da ku serbest werin berdan û çarenûsa wan were eşkerekirin."

(bb)

ANHA