Xaka Hesekê du têkoşer hembêz kirin

Cenazeyên şervanên YPG`ê Mihemed Xêr Hemûd (Dilşêr) ku li bajarê Rqayê şehîd bibû û Mihemed Ebid (Şahîn) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bubû, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hate oxirkirin.

Xaka Hesekê du têkoşer hembêz kirin
Xaka Hesekê du têkoşer hembêz kirin
Xaka Hesekê du têkoşer hembêz kirin
Xaka Hesekê du têkoşer hembêz kirin
25 hezîran, 2018   17:29

HESEKÊ

Sedan kesî cenazeyên şervanênYPG`ê bi nasnav Mihemed Xêr Hemûd (Dilşêr) û Mihemed Ebid (Şahîn) yên ku di 18'ê Hezîranê de şehîd bûne ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girtin û bi kerwanekî ku ji dehan erebayan pêk dihat ku bi wêneyên şehîd hatibûn xemilandin ber bi goristana şehîd Dijwar ve ketin rê.

Girseya gel bê navber dirûşmeyên "Şehîd namirin" beriz dikirn. Li goristanê jî kerwanê oxirkirinê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li vir li ser giyanên cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Armîn Mardo axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Armîn di axaftina xwe de banga mezinkirina asta têkoşînê ta pêkanîna armancên şehîdan kir.

Di merasîmê de, ji fermandarên YPG‘ê Birûsk Hesekê axaftin kir û ev tişt anî ziman, ``Şehîd bi xwîna xwe ya pîroz riya me ronî kirin. wekî YPG‘ê em soz didin ku em xeta wan berdewam bikin.``

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî û got,"Bi saya şehîdan em bi aramî jiyan dikin, bi keda wan em ê bi sekevin. Şehîd sax in tu carî namirin.``

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Mablatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatan wan hate kirin.

Girseya gel,cenazeyên her du şehîdan di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(sx)

ANHA