Rewşa awarte li Reqayê bi dawî bû

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê piştî bidawîkirina lêpirsînê, bidawîkirina rewşa awerte ragihand. Meclîsa Sivîl a Reqayê spasiya Hêzên Ewlekariyê û QSD'ê kirin.

Rewşa awarte li Reqayê bi dawî bû
25 hezîran, 2018   16:47

REQA

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê bi daxuyaniyekê bidawîkirina rewşa awerte li bajêr ragihand. Meclîsa Sivîl jî daxuyanî da û diyar kir ku ew rê nadin ku aliyî ku bi aramiya herêmê bilîze.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê de hate gotin ku hêzên ewlekariyê li gel QSD'ê di nava du rojên dawî de çalakiyên bi bondor li dijî şaneyên terorrist ên dixwest sivîlan bikin hedef û aramiya bajarê Reqayê û derdora wê xirab bikin, lidar xisitn. Hemû çalakiyên hatin lidarxistin armancên xwe bi serketin, di encamp de şaneya terrorist hate girtin û çekên wan jî hatin desteserkirin.

Fermandariyê spasiya welatiyan kir û biryara rewşa awerte pêk anîn û diyar kir ku piştî girtina şaneya terorîst jiyana asayî vegeriya wekî berê rewşa awert bi dawî bû û wiha dom kir "Em wekî Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê tekez dikin ku gelê me yê bajarê Reqayê li hemberî rêxistina herî terror 'DAIŞ' li ber xwe da. Em xeta têkoşînê û şer li hemberî terorîstan bidomînin, ji ber ku mîsyon û soza me ya pîroz feriz dike ku em gel û welatê xwe biparêzin."

Meclîsa Sivîl  a Reqayê de jî di daxuyaniya xwe de, spasiya welatiyan ku bûne alîkar kir, her wiha Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzêne Ewlekariya Hundirîn kir. Meclîsê her wiha got, "Wekî Meclîsa Sivîl a Reqayê, em rê nadin ku aliyekî terorîst ku bi aramî û ewlehiya herêma me bilîze û em ê li hemberî wan tedbîrên pêwîst bigirin."

Meclîsa Sivîl a Reqayê destnîşan kir ku ew ê ji parastina ewlehiya gel bi hemû hêza xwe kar bikin û got ku Reqa dilê Sûriyeyê, rehê jiyanê dide tevahî Sûriyê, serkeftina Reqaya li hemberî terorîstan, serkeftina hemû gelên Sûriye ye."

(bb)

ANHA