Şêniyên Bab û Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re

Şêniyên herêma Bab û Minbicê çalakiyeke girseyî li dijî dagirkeriya dewleta tirk li dar xistin.

Şêniyên Bab û Minbicê: Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re
25 hezîran, 2018   11:13

MINBICÊ

Bi sedan welatiyên herêma Babê yên ku niha li Minbicê dimînin, çalakiyek li dijî dagirkeriya dewlata tirk li dar xist. Çalakvanan ala Meclisa Leşkerî ya  Minbicê, Meclisa Leşkerî ya Babê û pankartên dijberiya dagirkeriya dewleta tirk li ba kirin.

Meşa çalakvanan ji rojhilatê gundê El-Farat hetanî dibistana gund berdewam kir. Di çalakiyê de sloganên "Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re”, “Gelên Sûriyeyê giş yek in”, “Hilweşe Erdoganê faşîst” hatin berzkirin.

Tevî pileya germahiyê ya zêde di çalakiyê de gelek şêniyên ji hemû pêkhateyan amade bûn. Di çalakiyê de li ser navê Meclisa Jinan a Xeta El-Feqrat Emîna Cerah, li ser navê Meclisa Xeta El-Feqrat Farûq Şêx û li ser navê Rêveberiya Xweser a Minbicê Adil Ferhad axivîn.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku kiryarên dewleta tirk ku dixwaze Sûriyeyê dagir bike, dê hemû pêkhate li dijî vê dagirkeriyê bisekinin û her wiha ewlehî û aramiya herêmê were parastin.

Her wiha axêveran bang li hemû gelên cîhanê, sazî, partî û rêxistinan kir ku li hemberî gefên dagirkeriya tirk derkevin.

Di dawiyê de li ser nave Meclisa Leşkerî ya Babê Mihemed Selmo axivî û diyar kir ku dê heremê ji çete û dagirkeriya dewleta tirk xelas bikin.

(cu-ew)

ANHA