Şehîdên komkujiya Kobanê hatin bibîranîn

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn û bang mirovahiyê kir ku ji gelên Sûriyeyê re bibin alîkar da ku bigihîjin jiyaneke azad û aram.

Şehîdên komkujiya Kobanê hatin bibîranîn
25 hezîran, 2018   09:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re parve kir û şehîdên komkujiya Kobanê yên ku li ser destê çeteyên DAIŞ`ê şehîd bûn bi bîr anîn.

Daxuyaniya meclisê wiha ye:

"Wekî îro salvegera komkujiya Kobanê ye ku li ser destê çeteyên DAIŞ`ê yên ku alîkariya xwe ji hêzên herêmî digirt, hate kirin. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê jî komên çete xwe li ber hêza şêniyên Kobanê û Bakurê Sûriyeyê negirt û reviyan.

Di vê demê de em kêliyên biêş hîs dikin, ji ber ku salvegera komkujiya Kobanê ye, lê em dibînin ku artêşa tirk a dagirker wekî çeteyên xwe komkujiyan li dijî sivîlên bajarê Efrînê pêk tîne. Projeyên xêrê ji herêmê û Sûriyeyê re naxwaze lê belê avê li heriyê dike û rewşa herêmê her ku diçe asteng dike.

Bi vê boneyê em hemû şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û em dîsa jî bang li wijdanê mirovahiyê yê azad dikin ku piştgiriya gelê Sûriyeyê bikin, ji bo naskirina mafên hemû pêkhateyên herêmê û rizgarkirina hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê ji qirêjiya çeteyên DAIŞ`ê û rizgarkirina bajarê Efrînê ji dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê.

Em her dem ji dan û standinê re amade ne ku em pirsgirêka herêmê çareser bikin li ser bingehê edaleta civakî û biratiya gelan.

Şehîd namirin, bijîn şehîdên komkujiya Kobanê."

(cu- ew)

ANHA