Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî

Bi armanca bilindkirina asta şagirtên dibistanên seretayî yên taxa Şêxmeqûd a bajarê Helebê û şagirtên koçber ku nû hatine taxê, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dewreyên perwerdeyê yên havînê dane destpêkirin.

Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî
Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî
Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî
Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî
Li Helebê perwerdeyên bilindkirina asta şagirtên seretayî
25 hezîran, 2018   09:44

MIHEMED EBDO / HELEB

Bi armanca pêşxistina rewşa perwerdeya dibistanên seretayî, li ser pêşniyara endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê di civîna xwe ya asayî de, dewreyên perwerdeyê yên demsala havînê hatin vekirin. Dewre bi taybet ji bo koçberên ji seranserî Sûriyeyê hatine û li taxê bi cih bûne, têne vekirin.

Li ser vê yekê komîteyê bi armanca birêvebirina van perwerdeyan kadroyek amade kir û cih û pêdiviyên perwerdeyan jî peyda kirin.

Yekemîn dewre duh dest pê kir û tê payîn ku di 24'ê Tîrmeha 2018'an de bi dawî bibe.

Ev pêngava KPC-D’yê rastî kêfxweşiya welatiyan hat û heta niha hejmara şagirtên ku navên xwe qeyd kirine ji 800’î derbas bûye. Ji bo van dewreyan jî KPC-D’yê 17 fêrgehên dibistanan amade kirine.

Plansaziya perwerdeyê

Der barê plansaziya kar û perwerdeyê de, KPC-D rojane 5 wane diyar kirin û her waneyek 45 deqeyan didome. Di van dewreyan de 5 madeyên sereke tên perwerdekirin, ew jî ev in: Zimanê kurdî, zimanê erebî, zimanê îngilîzî, bîrkarî û çand û exlaq.

Girêdayî mijarê endama rêveberiya dibistanên taxa Şêxmeqsûd a girêdayî KPC-D’yê Esma Mihemed diyar kir ku armanca wan ji vekirina van perwerdeyan ew e ku asta şagirtan bilind bikin û waneyên ji ber rewşa şer di ser wan re derbas bûne, dubare bikin.

Esma Mihemed di axaftina xwe de ji bo avakirina nifşekî nû ku çeka wê zanist be hêviyên xwe anîn ziman û diyar kir ku şagirt bi rêya van perwerdeyan dê bêtir ji demsala xwendinê re bêne amadekirin.

ANHA