Erebistana Siûdî 2 moşekên hûsiyan rûxandin

Sîstema parastina ezmanî ya Erebistana Siûdiyê 2 moşekên ber bi paytext Riyadê ve hatin avêtin, asteng kirin û beriya bigihîjin armanca xwe teqandin.

Erebistana Siûdî 2 moşekên hûsiyan rûxandin
25 hezîran, 2018   08:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarê de hêzên parastina ezmanî ya Erebistana Siûdî 2 moşekên (fuze) balîstîk ku ji bajarê Seda yê Yemenê ji aliyê çekdarên hûsiyan ve ber bi paytexta Erebistana Siûdî ve hatin avêtin, asteng kirin.

Berdevkê Hêzên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, serfermandar Tirkî El-Malikiyî der barê mijarê de ev agahî dan: "Saet di 20.30'an de hêzên wan ên ezmanî 2 moşekên balîstîk ku ji aliyê çekdarên hûsiyan ve hatin avêtin, ferq kirin. Moşek ji hundirê xaka Yemenê ve li ser herêmê hatin xistin.

El-Malikiyî ji Ajansa WAS a Erebistana Siûdî re axivî û diyar kir her du moşek ber bi paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ve hatin avêtin û wiha got: "Hêzên me her du moşek beriya bigihîjin armancên xwe rûxandin."