Partiya Aştiyê piştgiriya encamnameya konferansa rizgarkirina Efrînê kir

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê ragihand û banga bilindkirina asta têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê kir.

Partiya Aştiyê piştgiriya encamnameya konferansa rizgarkirina Efrînê kir
25 hezîran, 2018   07:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bi biryar û encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê re ragihand û banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û ragihandina seferberiya ji bo rizgarkirina Efrînê kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Efrînê bi beşdarbûna 250 delegeyan û endamên sazî û şepêlên siyasî û çînên cuda yên civaka sivîl 'Konferansa Rizgarkirina Efrînê' ji 18 heta 21'ê Hezîranê li dar xist.

Di konferansê de bilindkirina asta têkoşîn û ragihandina seferberiya giştî ji bo rizgarkirina Efrînê ji destên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên îslamîst ên girêdayî wê, pêwîst hate dîtin.

Em wek endamên Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê piştgiriya xwe bi biryar û encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê re radigihînin. Em piştrast dikin ku encamên konferansê helwesta partiya me ye. Em dengê xwe li dengên beşdaran zêde dikin û em dibînin ku pêwîst e asta têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê were bilindkirin.

Careke din em dibêjin ku ev çavbirçîbûna Tirkiyeyê li Efrîn û giştî Bakurê Sûriyeyê bi taybet piştî ku Erdogan nikaribû armancên xwe pêk bîne ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi roleke neyînî rabe û hejmareke mezin ji tabûrên opozîsyona Sûriyeyê veguhertin amûrên xwe û bi rêya çeteyên van tabûran hewl dide proje û planên xwe li ser hesabê xwîna welatiyên Sûriyeyê û li ser hesabê daxwaza wan a azadî û demokrasiyê pêk bîne.

Em piştgiriya daxwaza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dikin, divê ne tenê leşkerî be, li rex girîngiya berxwedana leşkerî divê aliyê dîplomasiyê jî were xurtkirin. Divê hemû alî sûc û kiryarên Tirkiyeyê û siyasetên wê li herêmê riswa bikin, nemaze destdirêjiyên wê li dijî welatiyên sivîl ên Efrînê aşkera bikin.

Ji ber van siyasetan ku aşkera diyar dibin, ne tenê li dijî partî yan şepêleke kurdî ye, lê belê li dijî hemû gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û doza kurdî ye. Divê yekitiya helwesta kurdî were avakirin da ku li hemberî van siyasetan di vê qonaxa hesas de berxwedan were meşandin. Tişta ku herî zêde desthilatdaran ditirsîne û planên wan têk dibe yekitî û hevgirtina nurdan e."