ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25.06.2018
25 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şêniyên bajarê Qamişlo êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdisatanê û gefên  li ser Bajarê Minbicê şemezar kirin û gotin ku ew ê dagirkeriya Tirkiyê bi tu awayî qebûl nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Berbangeke dijwar bû ku di ser welatiyên bajarê Kobanê û gundê Berxbatan re derbas bûn. Di wê berbanga 25'ê Hizêrana 2016'an de, tevî ku bedelên giranbuha hatine dayîn, lê derseke mezin jê hate wergirtin û êdî gel xurttir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Ciwanên Kobanê astengkirina meşa ciwanên Bakurê Sûriyê ya ber bi Başûrê Kurdistanê ve ji aliyê rayedarên PDK'ê ve şermezar kirin û anîn ziman ku nêzîkatiyên ji aliyê PDK'ê rê li ber yekîtiya Kurdî asteng dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

-Ehmed Şêxo diyar kir ku komkujiya 25'ê hizêranê li Kobanê û Berxbatan hewldana derbekirina şoreşa Rojava bû û bang sûdwergirtina ji vê komkujiyê û xurtkirina sîstema parastinê di hundirê civakê de kir da ku senaryoyên bi vî rengî dubare nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Xwediyê lawir, masî û mirîşkan ji ber buhabûna êm û aşleyên sewalan bi gazin in û bang li Meclîsa Sivîl a Reqayê kirin ku alîkariya wan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA