Piştî komkujiya Kobanê... gel xurttir e!

Berbangeke dijwar bû ku di ser welatiyên bajarê Kobanê û gundê Berxbatan re derbas bûn. Di wê berbanga 25'ê Hizêrana 2015'an de, tevî ku bedelên giranbuha hatine dayîn, lê derseke mezin jê hate wergirtin û êdî gel xurttir e.

Piştî komkujiya Kobanê... gel xurttir e!
25 hezîran, 2018   04:20

CUMA MIHEMED / KOBANÊ

Welatiyên bajarê Kobanê û gundê Berxbatan a başûrî bajêr di 25'ê Hizêrana 2016'an de çavên xwe li rojeke xwîndar û tarî vekirin. Di wê rojê de çeteyên DAIŞ'ê bi 12 siwareyên leşkerî ku cilên Yekîneyên Parastina Gel li xwe kiribûn (8 ji van siwareyan ber bi Kobanê ve û 4 ber bi gundê Berxbatan ve çûn) her kesekî ku dihat ber çavên van çeteyan çi bi çûk û çi jî temen mezin dihat kuştin.

Di komkujiya Kobanê û Berxbatanê de ku 231 welatiyên sivîl bûn qurbanî û bi sedan birîndar bûn, derbeyeke giran li ser welatiyên herêmê bû.

Çima Kobanê?

Dibe ku herî zêde ev pirs di bala kesên ku buyerên komkujiyê jiyan kirine, bê guman sedemên ku bersiva vê pirsê bidin gelek in.

Çîrok di 15'ê Îlona 2014'an de dest pê dike. Di wê rojê de çeteyên DAIŞ'ê berê êrîşên xwe ber bi Kobanê ve birin ku ji her çar aliyên dorpêçkirî bû. Ji aliyê bakur ve Tirkiye û ji hersê aliyên rojava, başûr û rojhilat ve DAIŞ bû.

Di wê demê de û bi taybet di 3'yê Tebaxa heman salê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî herêma Şengalê kir û li dijî Kurdên Êzdî komkujiyên herî qirêj pêk anîn û bi hezaran jin, zarok û pîr bûn qurbanî. Her wiha bi hezaran jinên Êzdî revandin û di bazaran de firotin. Evan buyer gavên destpêkê yên avakirina zemîna komkujiya Kobanê bûn; lê çawa?

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê şerê xwe li dijî Kobanê da destpêkirin, karibû di demeke kurt de piştî ku bêtirî 350 gund dagir kirin bigihêje ber deriyên bajarê Kobanê, lê mijar ne li gorî pilansaziya çeteyên DAIŞ'ê bû ku guman dikir ku dê tenê di çend rojan de bajêr dagir bike. Li vir şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan û piştî 134 rojan ji berxwedana bê navber karibûn hêza çeteyên DAIŞ'ê bişkînin û efsaneyeke dîrokî bi xwîna xwe binivîsin.

Di encama serkeftina berxwedana Kobanê de Kurdan û hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xwe ve anîn. Berxwedana Kobanê li giştî cîhanê deng veda û êdî YPG'ê weke hêza tekane li ser erdê li dijî çeteyên DAIŞ'ê tê naskirin, ji ber vê yekê hêzên rojavayî alîkariya xwe pêşkêşî YPG'ê kirin û ev yek ne li gorî dilê dijminên gelê Kurd û di serî de Tirkiyeyê bû.

Ji ber vê yekê Tirkiyeyê dest komployeke cîddî kir da ku derbeyê li şoreş û tevgera gel li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bide. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê nikaribû şoreşa gel bişkîne, Tirkiyeyê rasterast destwerdana xwe kir û alîkariya komên çete kir da ku careke din êrîşî Kobanê bikin û komkujiyekê pêk bînin.

Veguhertina hevsengiyên ku serkeftina berxwedana Kobanê bi xwe re anîne, bandora xwe li giştî rewşa Sûriye, Tirkiye û Îraqê kir. Bê guman komkujiya li Kobanê tolhildaneke çeteyan li dijî destkeftiyên welatiyên herêmê bû. Her wiha armanca wê ew bû ku careke din Kobanê vala bikin û şer ji nû ve têde dest pê bikin.

Dijmin nikaribû armancên komkujiyê bi temamî pêk bîne

Tişta ku hatiye piştrastkirin ew bû ku armanca komkujiyê ne tenê kuştina 231 kesan bû, lê belê dijminên gelê Kurd hewl didin Kurdan qir bikin û her çiqas derfet ji wan re hate peydakirin dê bê dudilî kurdan bikujin. lê armanca vê komkujiyê diyar bû ku hejmareke herî zêde ji welatiyên sivîl bikujin û herêmê careke din vala bikin û derbeyekê li şoreşa Rojava bidin ku piştî serkeftina Kobanê derbasî qonaxeke nû bûye.

Eger rewşa piştî komkujiyê di ber çavan re were derbas kirin, diyar dibe ku komkujiyê armanca xwe pêk neaniye. Tevî ku bi dehan malbatên Kobanê ziyaneke mezin dîtin û gelek zarok sêwî man, lê gel piştî wê buyerê xurttir bûye. Êdî hevgirtina gel bi hêzên xwe yên leşkerî re zêde bûye û piştî wê hêzên parastinê hemleya tolhildana şehîdên komkujiyê da destpêkirin û heta roja me ya îro didome.

Tirkiye û hevkarê wê DAIŞ'ê nikaribûn herêmê vala bikin û hêzên leşkerî mijûl bikin, lê berûvajî wê Kobanê di van salên borî de gelekî pêş ket û hemleyên rizgarkirin û parastina gelên herêmê hêjî berdewam dike.

ANHA