Çete li Efrînê bê serûber guleyan berdidin, sivîl dibin qurbanî

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker şahiyek bi navê 'Serkeftina Erdogan di hilbijartinan de' lidar xistin û gule berdan. Ji ber guleberdanê sivîlek mir û 9 jî birînar bûn.

Çete li Efrînê bê serûber guleyan berdidin, sivîl dibin qurbanî
24 hezîran, 2018   20:15

EFRÎN

Çavakaniyek ji Efrînê ragihandin ku Îro, saet di 21:30'an de, leşker û çeteyên dewleta Tirk li navenda bajar şahiya 'Serketina Erdogan di hilbijartinan de" li dar xisitin û gule bê serûber berdan. Li gorî çavkaniyî di encama berdama guleyan de sivîlek navî wî nehat naskirin mir û 9 din jî birîndar bûn.

Çavakaniyek din jî da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê heta vê kêliyêyê ji bargehên leşkerî gule di avêtin malên sivîlan û meydana Azad û bi zanebûn sivîlan hedef digirin.

ANHA