Li Batmanê êrîş, li Edeneyê jî tehdît

Polîsên AKP’ê yên ku hilweşandina benda sedan 10 a li pêşberî HDP’ê tehemûl nekirin, êrîşî gelê Batmanê kirin û gelê Edeneyê jî bi kuştinê tehdîd kirin.

Li Batmanê êrîş, li Edeneyê jî tehdît
24 hezîran, 2018   19:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Batmanê piştî diyarbûna encamên hilbijartinê gel bi coşek mezin derket qadan. Di nava bajar de HDP’yî yan alên xwe girtin û konvoyek li darxistin. Gelê ku li rêya Turgut Ozal kombûyîn, polîsên AKP’ê tehemûl nekir û bi jop, gaz û ava şit êrîşî gel kirin.

Li rexma êrîşan jî gel li kolanan pîrozbahiyê berdewam dikin.

Li Edenê yê jî gelê ku xwest konvoya HDP’ê bibe, polîsan tehdîda “Eger hûn tevlî konvoyê bibin ezê li we bixin” kirin.

Li gel hemû êrîş û astengan jî gel hilweşandina bendê pîroz dike.