Şaredariya Tebqayê serjêkirina pezê mê qedexe kir

Buroya Tenduristiyê a Cirniyê nameyek ji Komîteya Aboriyê re şand û tê de xwest ku serjêkirina pezê mê were qedexekirin.

Şaredariya Tebqayê serjêkirina pezê mê qedexe kir
24 hezîran, 2018   13:16

TEBQA

Buroya Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Cirniyê nameyek ji Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Tebqayê re şand û tê de xwest ku serjêkirina pezê mê were qedexekirin. Name ji aliyê çavdêrên Buroya Tenduristiyê ve li bajarok û gundên Cirniyê, Mehmûdeliyê û Til Esman hate belavkirin.

Tê zanîn ku sedema vê qedexeyê ew e ku hejmara lawiran zêde bibe, ji ber ku jiyana mirovên gundan li ser xwedîkirina lawiran e, lewma biryareke wiha hate dayîn. Hejmara pez li herêma Cirniyê û hawirdora wê derdora 10 hezaran e.

Hêjayî gotinê ye ku hejmara lawiran di salên dawîn de gelekî kêm bû, ji ber ku gelek pez derket derveyî welat û ji ber dagirkirina heremê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve nirxê êmê pez jî buha bû.

(cu-ew)

ANHA