ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24.06.2018
24 hezîran, 2018   04:00

- Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Îro, li gelemperiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokkomariyê û parlamantoyê tên kirin. Di hilbijartinên serokkomariyê de 6 namzetê û hilbijartinên parlamantoyê de 8 partî di pişbirkê de ne.

- Şêniyên kantona Kobanê dê şehîdên komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an li ser gorên wan bîr bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an li dijî welatiyên Kobanê yek ji kiryarên herî xwîndar ji destpêka şer û aloziya Sûriyeyê ve ye. Çavdêran diyar kir ku sedema sereke ya komkujiyê tunebûna parastina hundirîn bû. Lê piştî 3 salan gelo sîstema parastinê ya Kobanê di kîjan astê de ye? (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Gelek jinan bi rêya naskirina fikr û çandên azad û pêşxistina hişmendiya xwe û wergirtina perwerdeyên fikrî, karibûn xwe ji qeydên civakî yên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Parlementerê ermenî yê parlemana Ermenistanê û çalakvanê siyasî di aliyê mafên mirovan de Hamo Moskoviyan diyar kir ku di van deh salên dawîn de li giştî Rojhilata Navîn, Tirkiye li paş aloziyan e û bang li civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya dagirkeriya nû ya osmaniyan bigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di gel têkçûna peymana derbarê başûrê Sûriyê de, Rêjîma Sûriyê qewta xwe zêde kir û dest bi topbarana herêmên başûr kir. Rayerdarên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê eşkere kirin ku yên Minbicê ji DAIŞ'ê rizgar kirine dê lê bimînin, li aliyekî din jî QSD'ê gihan sînorê Iraqê, li Iraqê jî Dadgeha Federal biryara derxist ku jimartin û veqetandina dengan li gorî guhertina qanûna hilbijartinan bi destan li şûna elektronîk pêk were. Her wiha di mijara hilbijartinên Tirkiyê de, diyar e ku Erdogan di rewşeke lewaz de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA