Piştî 3 salan ji komkujiya 25'ê Hezîranê sîstema parastinê ya Kobanê

Komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an li dijî welatiyên Kobanê yek ji kiryarên herî xwîndar ji destpêka şer û aloziya Sûriyeyê ve ye. Çavdêran diyar kir ku sedema sereke ya komkujiyê tunebûna parastina hundirîn bû. Lê piştî 3 salan gelo sîstema parastinê ya Kobanê di kîjan astê de ye?

Piştî 3 salan ji komkujiya 25'ê Hezîranê sîstema parastinê ya Kobanê
Piştî 3 salan ji komkujiya 25'ê Hezîranê sîstema parastinê ya Kobanê
Piştî 3 salan ji komkujiya 25'ê Hezîranê sîstema parastinê ya Kobanê
24 hezîran, 2018   04:20

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Berbanga 25'ê Hezîrana 2015'an ne wekî rojeke normal bû û gelekî tarî di ser welatiyên bajarê Kobanê re derbas bû. Piştî çend mehan ji berxwedana efsaneyî ya welatiyên Kobanê û Yekîneyên Parastina Gel/Jin li bajarê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê, çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî veşartî derbasî Kobanê bûn û komkujiyeke herî qirêj li dijî welatiyan pêk anîn û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Bi kurtasî bûyerên komkujiyê

3 sal di ser van buyerên xwîdar re derbas bûn. Komkujî di encama derbasbûna bi dehan çeteyan de bi awayekî veşartî ji bajarokê Sirrîn ê 35 km li başûrê bajarê Kobanê ber bi gundê Berxbatan ve pêk hat. Komeke çeteyan a din jî ji aliyê Tirkiyeyê ve di deriyê sînorê Mirşidpînarê re li pêş çavên leşkerên tirk derbasî Kobanê bû û siwareyên bombekirî teqandin.

Bêtirî 200 kesan tenê di çend saetan de jiyana xwe ji dest da, hin ji wan ji aliyê çeteyan ve dest lê hatibûn girêdan û bi awayekî hovane hatibûn kuştin û hin kesên din jî ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn, hatin gulebarankirin.

Sedemên komkujiyê li gorî çavdêran

Bêyî ku pilana mezin ku Tirkiyeyê li dijî gelê kurd dimeşîne û eşkere alîkariya DAIŞ'ê dike di ber çavan re were derbaskirin, gelek çavdêr diyar dikin ku sedema sereke ya ku hiştiye komkujî pêk were, lawazbûna sîstema parastin û xweparastina hundirîn li Kobanê û gundewarê wê bû û di encamê de bi sedan welatiyên sivîl bûn qurbaniyên komkujiyê. Nemaze piştî ku welatiyan bawer kirin ku piştî qewitandina DAIŞ'ê ji bajêr êdî tarîtî bi dawî bûye.

Beriya wê belavbûna şervanên YPG'ê û YPJ'ê li gundewarên başûr, rojava û rojhilatê Kobanê piştî ku çeteyên DAIŞ'ê ji van deveran qewitandin, hişt ku ji ber kêmbûna hejmara şervanan lawazbûnek li gelek deveran çêbibe û vê yekê hişt ku çeteyên DAIŞ'ê ji vê lawazbûnê sûd wergirin û careke din êrîşî welatiyên sivîl bikin.

Çeteyên DAIŞ'ê karibûn cilên YPG'ê li xwe bikin û derbasî bajêr bibin û bi taybet derbasî taxên nêzî firneya otomatîk û avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bakurê bajêr li nêzî Çerxerêya Aştiyê bibin. Her wiha derbasî Qada Azadiyê ya li nîvê bajêr û derdora benzînxaneya Mistefa Derwîş a li ser rêya bajarokê Şêran û bazara Hal a kevin, dibistana amadeyî, taxa Hec Beko, derdora Dibistana El-Baas, kolana 48 û gundê Berxbatan bibin. Li van deveran jî tedbîrên ewlehiyê gelekî lawaz bûn.

Armanca êrîş eşkere bû ku hejmarekî mezin ji welatiyên kantonê bikujin û weke bersivekê li hemberî têkşikandina DAIŞ'ê nîşan bidin tevî ku alîkariya Tirkiyeyê rasterast bi van çeteyan re di şerê berxwedana Kobanê de bû û ji xwe re wek armanceke sereke didît.

Piştî komkujiyê û avakirina hêzên parastinê

Piştî buyerên komkujiyê gelek civîn hatin lidarxistin û di wê demê de di destpêka meha Tîrmehê de yekîneyên leşkerî yên taybet bi parastina bajêr û hemû gundan hatin avakirin û bi navê Hêzên Parastina Civakî hatin nasîn.

Ev hêz ji ciwan û jinên ciwan ên bajêr û gundan pêk dihat û nobedariya parastina gund û bajarên xwe digirtin. Endamên Hêzên Parastina Civakî derbasî perwerdeyan hatin kirin û endaman têde waneyên leşkerî, fikrî û siyasî birin.

Sîstema komînan jî di bingeh de xwedispêre avakirina komîteyan ku ji welatiyan pêk tê û her komîteyeke komînê bi kar û peywira xwe radibe da ku xizmeta welatiyan bikin û ji bo hêsankirina kar û xebatan di nava van komîteyên parastinê de Komîteya Ewlehiyê (Parastina Cewherî) hate avakirin û Hêzên Parastina Civakî ji wê çêdibe.

Di 19'ê Tîrmeha heman salê de yekemîn dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 30 endaman li akademiya Şehîd Diloban a li bajaroka Şêran a gundewarê Kobanê pêk hat. Akademiyê heta niha perwerdeya bi hezaran kesan bi dawî kirin.

Piştî hilbijartinên meclîsên herêmî di 1'ê Çileya 2017'an de êdî sîstema parastinê bêtir di nava gotûbêjan de ye ku herî zêde di vê qonaxê de pêwîst e. Hêzên Parastina Civakî 4 navendên xwe li bajêr û bajarokên Kobanê vekirin. Ev navend hewl didin rêgeza xweparastinê bi rêya dewreyên endamên xwe biçespînin.

Akademiya Şehîd Kendal jî 10 dewreyên leşkerî ji şervanên Hêzên Erka Xweparastinê re bi dawî kirin û niha li seranserî kantonê û li ser sînor hatine belavkirin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyan ji aliyê Tirkiyeyê ve bigirin.

Li aliyekî din Hêzên Asayîşê ewlehiya hundirîn a bajarê Kobanê û gundewarê wê bi riya bendên kontrolê yên leşkerî xurt dike. Her wiha dewreyên hêzên taybet jî Hêzên Antîteror (HAT) jî bi dawî kirin.

Hêzên Asayîşê di seranserî rojê de dewriyeyên xwe di nava bajêr û gundewar de dimeşîne û hemû çalakiyên welatiyan ku tên lidarxistin, diparêze.

ANHA