Gelê Hesekê li hemberî dagirkeriyê bertek nîşan dan

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistsanê û binpêkirinên li Bakurê Sûriyê daketin qadan.

Gelê Hesekê li hemberî dagirkeriyê bertek nîşan dan
Gelê Hesekê li hemberî dagirkeriyê bertek nîşan dan
Gelê Hesekê li hemberî dagirkeriyê bertek nîşan dan
Gelê Hesekê li hemberî dagirkeriyê bertek nîşan dan
23 hezîran, 2018   20:02

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê, li dijî êrîşên dagikeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên wê yên li Bakurê Sûriyê meşek li dar xistin.

Meş ji Çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer ber bi çerxeriya Şehîd Serhed a taxa Miftî dest pê kir.

Meşvanan, pankartên "Ji dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê re na, Berxewdan Jiyan e û Em dagirkeriya Tirkiyê li ser xaka xwe qebûl nakin" bi zimanê Kurdî, Erebî, Suryanî vekirin û alên YPJ, YPG û QSD'ê hilda bûn, her wiha bê navber dirûşme qîr dikirin.

Meş li çerxeriya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê, li deqeyeke rêz hate kirin. Bi nave Hevserokatiya Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û got ku ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kiryarên herî hovane li dijî sivîlan pêk anîn, gelê Efîrnê jî li hemberî duyemîn hêz di NATO'yê de destanên qehremaniyê rêsandin, berxwedanî berdewam e ta serkeftinê.

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeran û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA