El-Herîrî nêzîkbûna ragihandina hikumeta Lubnanê ya nû piştrast kir

Serokwezîrê Lubnanê Seed El-Herîrî diyar kir ku ew li ber avakirina hikumeteke nû ne û dê hevdîtinên berfireh bi partiyên sereke yên welat re pêk bîne.

El-Herîrî nêzîkbûna ragihandina hikumeta Lubnanê ya nû piştrast kir
23 hezîran, 2018   08:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Lubnanê yê erkdar Seed El-Herîrî piştî ku bi serok Mîşêl Ewn re civiya, got ku ew ji çareserkirina kêşeya dawîn re nêzîk in û tenê hin şêwir mane, ew jî mîqdara her aliyekî siyasî ji destkeftiyan e." El-Herîrî demeke berbiçav a vê gavê diyar nekir.

El-Herîrî bi armanca avakirina hikumeteke hevbend bi gelek parlementeran re civiya, lê belê hin nakokî der barê wezaretan de derketin û tê gumankirin ku hikumeta nû wekî ya beriya wê nûnerên hemû aliyên Lubnanê li gorî sîstema parvekirina siyasî werbigire.

El-Herîrî di civîneke çapemeniyê de li rex serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ku serdana welatê wî dike, diyar kir ku Lubnan dê sererastiya pêwîst pêk bîne.

Alîgirên biyanî diyar kir ku pêdiviya Lubnanê bi avakirina hikumetekê di demeke lezgîn de heye da ku baweriya xwe biparêze û dest bi kar û xebatên xwe yên sererastkirinê bike û alîkariya aboriyê bike.

Wezîrê Darayî Elî Hesen Xelîl hişyarî da ku heke Lubnan destkeftiyên lezgîn bi dest xwe ve neyne dê pêşketineke cidî di avakirina Meclisa Wezîran a nû de nebîne.

Hikumeta heyî birêvebirina karûbarên welat ji dema hilbijartinên Gulanê ve dimeşîne. Koma Hizbullah û hevkarên wê yên siyasî rêjeya herî mezin ji dengên hilbijartinan wergirt.