`Em amade ne bersivê bidin êrîşên Tirkiyê`        

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya Sûqastê bûne diyar kir ku ew amade ne ji her hewldanên têkbirina ewlehiya bajêr bibin bersiv.

`Em amade ne bersivê bidin êrîşên Tirkiyê`        
23 hezîran, 2018   06:13

SEMÎRA DAÛD / GIRÊ SPÎ

Li Akademiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewreyeke perwerdeyê ya sûqastê hate vekirin.

Em wekî ajansa Hawarê merasîmê vekirina dewereya perwerdeyê şopand, derbarê perewerdeyê de û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Minbicê nêrînên hin endamên perwerdeyê girt.

Qerawî Minbic got "Gefên dewleta a Tirk ne Minbicê tenê hedef digire, lê belê tevahî Bakurê Sûriyeyê armanc dike. Em beşdarî vê dewreyê bûne da ku asta xwe pêş bixînin û ji bo bersiva her hewldanên êrîşan re amade bin."

Qerawî Minbic, anî ziman ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê  bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kir û gelek şervan di oxira rizgarkirinê de şehîd bûn û got, "Em ê heta dilopa dawî ji xwînê welatê xwe biparêzin û rê nadin ku ti kes destdirêjî welatê me bike."

Ebû Seyah El-Minbicî jî soz daw ku ew ê heta mirinê Minbic biparêze û destur nedin ku Tirkiyê gavek derbasî Minbicê bibe. El-Minbicî tekez kir ku ew ji hewldanên her êrîşan re amade ne bersivê bidin.

Gorareş Sîpan jî ji aliyê xwe ve tekez kir ku gelê Minbicê li hemberî dijminan yek in û destnîşan kir ku gefên Erdogan ên li ser Minbicê wê di xewnan de bimînin û wiha got, "Dema gefxwarinan bi dawî bû, em wekî Meclîsa Leşkerî ya amade ne parastina bajarê xwe bikin em ê heta mirinê li ber xwe bidin."

(bb)

ANHA