El-Qeftan: Divê wijdanê neteweyî bingeha têkoşîna me be

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan diyar kir ku wan 18 civîn bi partiyên siyasî, gelê herêmê û hêzên navdewletî re li dar xistine û got ku armanca wan ji hemû civînan ew e ku aştî û aramî li tevahiya Sûriyeyê pêk were.

El-Qeftan: Divê wijdanê neteweyî bingeha têkoşîna me be
23 hezîran, 2018   06:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan der barê armanca partiya wan, her wiha têkoşîn û nexşerêya wan ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê de pirsên ajana me (ANHA) bersivandin.

*Piştî şoreşa Sûriyeyê dest pê kir gelek partiyên siyasî hatin avakirin, hûn wek Partiya Sûriya Pêşerojê tev li tu partiyên din nebûn û we partiyek nû ava kir, armanca we ji avakirina partiyê çi ye?

Piraniya partiyên Sûriyeyê yên berê girêdayî hin aliyan in. Partiyên azad ku parastina diyardeya niştamanî ya Sûriyeyê bikin, nîn bûn. Piştî aloziya Sûriyeyê hate destpêkirin, hejmarek partiyên li ser esasê olî û neteweyî hatin avakirin. Bi rastî li herêmê partiyên niştimanî ku hemû aliyan bigire nava xwe nîn bûn. Tu gumana min li ser niştimanperweriya tu partiyan tune ye. Lê xeta wan partiyan bandor li rengê wan kiriye.

Xeta me wekî partî niştimanî ye, tu ejinde û girêdanên me yên derve nîn in. Em rihê qebûlkirina hemû neteweyan esas digirin. Armanca sereke ya avakirina partiyê ew e, em di dema piştî DAIŞ'ê de xebatên veguhastinê pêk bînin. Partiya me li bajarê Reqayê hate avakirin. Çeteyên DAIŞ'ê Reqa ji xwe re kiribû paytext. Em xwedî projeya niştimanî ne, partiya me daye ser milê xwe ku Sûriyeyê ber bi aramiyê û ewlehiyê ve bibe. Bi taybet piştî xwîna ku bi salan hatiye rijandin.

*Di kongreya partiya we ya damezirîner de nîqaş li ser çi hatin kirin, xalên we di pêş de danîn çi ne?

Partiya me li ser daxwaza gelê Sûriyeyê hatiye avakirin. Xetên pêş ên têkoşîna me ji bo ne navendîbûn, demokrasî û pirrengiyê ye. Bingeha partiya me li ser gelek xalan pêk hatiye, ya herî girîng li ser esasê hemwelatîbûna Sûriyeyê û parastin û rêzgirtina mafên hemû neteweyan e.

*Piştî partiya we hate damezirandin, hin aliyan yekser hûn tawanbar kirin û gotin ku hûn bi berjewendiyên derve ve girêdayî ne, çi rastiya van îdayan heye?

Her dem mijarên ragihandinê xwe dispêrên propagandayan, em rastiyan dixwazin, Bînali Yildirim piştî ragihandina Partiya Sûriya Pêşerojê bi  çend saetan got ku partî rûyê din ê PYD'ê ye, hinên din jî dibêjin ku em girêdayî Amerîkayê ne. Ya rast her kes tiştê dixwaze dibêje. Rastî çi ye? Em ê li ser erdê û di piratîka xwe de îsbat dikin. Em ê di dawiyê de bibînin wê kî xizmeta gelê Sûriyeyê bike. Ez careke din dubare dikim, em kesî bi ixanetê tawanbar nakin. Siyaseta ku em xwe dispêrênê niyeta rast û ne pêkanîna ziyana li dijî tu aliyan. Ji ber nêrîna baş û erênî wê gelê Sûriyeyê bike yek. Dê kîn û nefretê ji nava hemû pêkhateyan rabike. Ev di demên pêş de wê diyar bibe, wê diyar bibe, ku partiya me ji bo berjewendiya hemû gelê Sûriyeyê kar dike.

Di serdanên me ji partî û aliyên siyasî re, civînên me yên bi gel re, êdî hemû alî dizanin ku Partiya Sûriya Pêşerojê, partiyek niştimanperwer e. Ne girêdayî tu aliyên derveye. Em nabêjin ku têkiliyên me û danûstandinên me wê bi dewletan re nîn be. Ev tiştekî yasayî ye, ji ber bêguman tiştên hevbeş di navbera me de wê hebin. Karê me wê li ser wî esasî û ji bo parastina berjewendiyên gelê Sûriyeyê pêk were. Ne wekî hin partî yan aliyên siyasî, her wiha komên çekdar bi dewletên derve ve girêdayî ne û êrîşî parçeyên Sûriyeyê dikin da ku dagir bikin.

Di kongreya partiya we ya damezirîner de kesayetên ji herêmên Sûriyeyê amade bûn. Wekî gava destpêkê ji ragihandina partiya we, armanca we çi bû û gelo hûn karîbûn bigihîjin armanca xwe?

Çi partiya siyasî divê bernameyeke wê hebe. Ev bername di salekê yan di nava çend mehan de pêk tê. Em piştî civînên me yên bi gel û komên siyasî yên di hundirê Sûriyeyê de, me bi xelkên xwe û  xelkên  Sûriyeyê yên li derve re da û stend. Bersivên erênî yên mezin hebûn. Hemûyan li Partiya Sûriya Pêşerojê dinerî ku ew keştiya xilaskirina gelê Sûriyeyê ye. Di nêrînan de cudahî titekî raste, ya rast ew e ku xalên rastî hev tên, hemû di xizmeta gelê Sûriyeyê de be. Em dikarin hemû mijaran bi hev re nîqaş bikin.

*Partiya we li gelek herêmên Bakurê Sûriyeyê hevdîtin bi gel re çêkirin, helwesta gel ji bo partiya we çi ye û çi pirs ji we dihatin pirsîn?

Belê me gelek civîn li herêmên Bakurê Sûriyeyê ji gel re li dar xistin. Armanca civînên me ku em Partiya Sûriya Pêşerojê û armancên wê bi gel bidin naskirin. Me li nêrînên gel û pêşniyarên wan guhdar kir. Pirsên ku di civînan de dihatin kirin li ser ewlehiyê bû. Her wiha dipirsîn ku gelo Partiya Sûriyeyê Pêşerojê dikare Sûriyeyê ber bi ewlehiyê ve bibe û hemû gelê Sûriyeyê hembêz bike. Ma gelo wê partiya wan xwestekê gelê Sûriyeyê pêk bîne. Me jî ji wan re tekez kir ku em dikarin serkeftinên mezin pêk bînin. 

*Partiya Sûriya Pêşerojê di têkiliyên xwe yên derve û hundir de gihaştiye çi astê?

Belê, gelek têkiliyên me bi hundirê Sûriyeyê re hene. Me 18 civîn bi partiyên li bakur – rojhilatê Sûriyeyê re li dar xistin. Armanca me avakirina eniyeke demokratîk e. Ji bo têkiliyên me bi derve re, her kes dizane ku beriya çend rojan şandeyeke Brîtanyayî ji Tevgera Nûkirin serdana me kir. Têkilîyên me bi hêzên siyasî li Amerîka û Ewropa jî re hene. Ji ber ku gelê me Partiya Sûriya Pêşerojê ji xwe re nêrîna welatparêziyê dibîne û dixwaze aştî li Sûriyeyê ava bike, ji ber wê her kes bi me re di nava têkiliyê de ne.

*Piştî qonaxa destpêkê bi ser ket û we partî damezirand, her wiha hevdîtinên we yên bi şêniyên Bakurê Sûriyeyê û partiyên siyasî re, gava sêyemîn a partiya we çi ye?

Em wek partî her dem li benda projeyên avakirinê ne. Qonaxa me ya damezirandinê serkeftî bû, wê qonaxên me yên din jî serkeftî bin. Di demeke nêzîk de projeyên me yên mezin hene. Ji wan projeyan ew e ku em bi derveyî Sûriyeyê re bikevin hevkariyê. Cihên ku niha di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne jî, hejmareke mezin endamên me hene. Ji ber rewşa ewleliyê em nikarin hin navan aşkera bikin. Em ê buroyên xwe li hemû herêman vebikin û em ê bi hemû gelê Sûriyeyê re bikevin nava hevkariyê. Dê Sûriyeyê bi giştî bibe baregehên me yên têkoşînê. Li dewletên cîhanê jî dê cihê me hebe, ji ber her kesayetek Sûriyeyê li kîjan welatên cîhanê be, em ê dirûşma Partiya Sûriya Pêşerojê ji wan re re bişîn in. Partiya me xwedî bername ye. Rexne û rexnedayînan qebûl dike. Şertê ku ew rexneyên avakariyê be, ne rexneyên xirabkariyê be.

*Sûriyeya pêşerojê ji itîfaqên têne kirin û ji siyasetên li ser herêmê têne meşandin li kure, bi taybet di dema pêşketin û guhertin li Sûriyeyê pêk tên?

Di destpêka şoreşa Sûriyeyê de, mijar di navbera gelê Sûriyeyê de bû, lê paşê aloziya Sûriyeyê bû herêmî û navdewletî. Ez naxwaz im bêjim ku dosya Sûriyeyê ji destê gelê Sûriyeyê derketiye. Dema kongreyek an civînek navdewletî tê lidarxistin, hin kesên ji Sûriyeyê îdia dikin ku ev gelê Sûriyeyê ne. Lê ya rast ew bi xwe di nava xwe de danûstandinan dikin. Divê em berjewendiyên dewletan di ber çavan re derbas bikin, lê ev ne li ser hesabê gelê Sûriyeyê pêk were.

Me ev di kongreya xwe ya damezirandinê de anî ziman, em ê wekî çekdarên Mertalê Firatê nekin, ji ber berjewendiya van koman bi hêzên derve re hebû. Efrîn û herêmên din dagir kirin. Dê xebatên me her ji bo rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê pêk were.

*Li gorî nêrîna we guhertinên li Sûriyeyê pêk tên, çi ne?

Gelek şoreş hatin lidarxistin, gelek alozî derketin û herî dawî hatin çareserkirin. Em hêvî dikin ku aloziya heyî dirêj nebe. Tiştê Paritrya Sûriyaya Pêşerojê digire ser xwe ew ku temenê alozî û rijandina xwînê kêm bibe.  Tiştê em banga wê dikin ew e ku alozî bi têkiliya me di hundirê Sûriyeyê de were çareserkirin.

Hikumeta navendî bû di dema miriyan de, di sala 2018'an de êdî nema bi kêr tê. Tiştê partiya Baas li ser hatiye avakirin, ne mumkine niha pêk were. Niha nêrînek siyasî ya Paritya Sûriya Pêşerojê heye. Em ne wekî hin aliyên din û di serî de rejîma Sûriyeyê ne. Em desthildariyê naxwaz in, em guhertina zihnî dixwaz in. Em wek partî ji bo pirrengiyê û ne navendîbûnê tê dikoşin. Baweriya me bi biratiya gelan û demokrasiya di çarçoveya Sûriyeya yekbûyî ya li ser esasê rêzgirtina hemû çandan pêk were.

*Di nêrîna we de çima aloziya Sûriyeyê dirêj bû?

Sedema dirêjbûna temenê aloziya Sûriyeyê rejîma Sûriyeyê bi xwe ye. Partiyên ku parastinê bike û nêrîna rast ji rejîmê re bêje nîn bûn. Rejîmê nêrîna gelê Sûriyeyê ne didît. Bi sîstemên derve re li dijî berjewendiya gel û sîstema demokratîk diket hevkariyan. Lê sîstemên demokratîk ew in ên ji nava gel derdikeve. Lê rejîma Sûriyeyê rejîmeke qiraltiyê ye û desthildarî ji bav dewrî kur hate kirin.

Her kes dizane ku Sûriyeyê bûbû ya Esed û nema Sûriye azad û demokratîk bû, lê belê Sûriyeyê ji xwe re kirin baxçeyê malbata Esed, Sûriyeyê kirin aîdî yek malbatê. Tevî tê zanîn ku Sûriyeyê ya hemû gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ye. Xaka bi xwîna gelê Sûriyeyê hate standin, ne bû cihê parastina wan û xwîna gelê Sûriyeyê li ser hate rijandin.

Em ji rejîma Sûriyeyê hêvî dikin ku zîhniyeta xwe bide guhertin û bibe parçeyek ji Sûriyeyê. Baweriya me bi hemû pêkhateyên me tê.

*Gelo têkiliyên destwerdana derve bi dirêjkirina aloziya Sûriyeyê re heye yan na?

Alîgirên hêzên derve di hundirê Sûriyeyê de hebû, sedema wê jî gendeliya rejîmê bû, her wiha ne zaniya hin aliyên din bû, wekî mînak tişta di koalîsyonê de pêk hat. Koalîsyonê niha xwe avêtiya himbêza Tirkiyê, tevî dema Koalîsyon derket, sed dewletan fermî opozîsyon qebûl kir. Lê opozîsyonê xwe gihand asta qebûlkirina tenê ji aliyê dewleta Tirk ve.  Zihniyeta rejîmê û nezaniya opozîsyonê biyanî derbasî xaka Sûriyeyê kirin. Her wiha aliyên tundrew ên îslamî û kafir derbasî Sûriyeyê kirin. Ne tenê ew lê aliyên netewperest jî derketin pêş.

*Civînên ku li derveyî Sûriyeyê têne lidarxistin, wekî Cinêv, Astana û amadekarî tê kirin ku destûra nû ya Sûriyeyê were nivîsandin. Hûn wek partî ji bo van civînan hatine vexwendin, nêrîna we ji bo nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê heye?

Baweriya me bi Sûriya yekbûyî heye, ji El-Bûkemal û heta Şamê, ji başûrê Sûriyeyê û heta Bakurê wê. Çi civîn û kongreya tê lidarxistin ku sê parên gelê Sûriyeyê werin paşguhkirin, ne rewa û temam e. heger hemû alî beşdarî civîn û kongreya nebin dê kêm bin, Rûsya, Îran û Tirkiye hewl didin destûra nû ya Sûriyeyê bi beşdarbûna 50 kesên ji opozîsyonê û wekî wan ji rejîmê binivîsin. Ev dê kêm be, heger em beşdar nebin û em di qonaxên pêş de em ê projeya xwe pêşkêş bikin. An destûra Sûriya pêşerojê û dê rola me di pêşerojê de girîng be.

*Tirkiyê îro bi awayekî vekirî derbasî xaka Sûriyeyê dibe, karîbû herêmên fireh ji xaka wê dagir bikin. Îro jî gefa dagirkirina Minbicê dide, di nêrîna we de çima Tirkiye bi artêşa xwe ketiye xaka Sûriyeyê?

Me hêvî dikir ku Tirkiye başbûna cîrantiyê biparêze, lê mixabin ji beriya 400 salî ve bi dagirkirina herêmê difikire. Di rêya çewisandina hin Sûriyan derbasî herêmê bû, ne bi leşkerên xwe ketin herêmê. Efrîn bajarê ewle û nimûneya jiyana hevbeş a gelê herêmê bû. Zêdetirî nîv milyon koçberên ji herêmên din ên Sûriyeyê pêşwazî kiribûn.

Piştî bajarê Minbic bi destê şervanên QSD'ê ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin, ezmûna demokratîk li wir hate destpêkirin, şêniyên wê demokratîk û wateya xwerêveberiyê nas kirin. Niha Tirkiye nikare destwerdanê bike û derbasî bajar bibe. Em bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên Tirkiyeyê dikin ku vegerin warê xwe û cihê xwe di rêveberiya sivîl û leşkerî ya bajar de bigirin. Em ji wan re dibêjin ku em bi hev re di avakirina bajarê xwe Minbic û avakirina Sûriyeyê de cih bgirin. Em dûrî ejindeyên derve bikevin.

Em naxwazin bi hêzên derve xwe bihêzî nîşan bidin, lê belê em hêza xwe ji gelê  Sûriyeyê digirin.

*Gotinek we ya dawîn ku hûn ji gelê Sûriyeyê re bibêjin hebe, kerem bikin?

Bila wijdanê niştimanî yê Sûriyeyê bingeha me be. Divê hemû gelê Sûriyeyê ji bo welatê xwe be, bela her yek netewa xwe pêk bîne, lê bi welatê xwe parçe neke. Banga me ji hemû gelê Sûriyeyê re ku vegerin welatê xwe yê azad û demokratîk, werin em bi hev re li ser esasê pirrengiyê û jiyana hevbeş bijîn. Ne  li ser esasê kutşin û rijandina xwînê. Erê ji danûstandina siyasî  û têkoşîna ku bi riya danûstandinê pêk tê, werin em bihêlin ku zarokên me bê tirs bijîn, bê reşiya terora DAIŞ û Diri El-Firat, her wiha komên neteweyî di welatê xwe Sûriyeyê de azad bin.

 (dc-ew)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>