YPG îdîayên rayedarên Tirk derewand

Fermandariya Giştî ya YPG‘ê bi daxuyaniyekê îdîayên rayedarên dewleta Tirk ku dibêjin dê YPG‘ê ji 4‘ê Tîrmehê ji Minbicê vekişin derewand û diyar kir ku YPG‘ê ji piştî ku Minbicê rizgar kirine ji herêmê vekişyane.

YPG îdîayên rayedarên Tirk  derewand
22 hezîran, 2018   15:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG‘ê wiha hate gotin;

"Rayedarên payebilind ên dewleta Tirk di nav de Wezîrê Karê Derve Mewlûd Çawîşoglu dibêjin ku YPG‘ê li gorî nexşeriya ku Tirkiyê û DYA‘ê danî bû, dê ji 4‘ê Tîrmehê ve  ji bajarê Minbicê vekişe.

Em jî gelê xwe û raya giştî re tekez dikin ku îdîayên dewleta Tirk ne rast in. Dewleta Tirkiyê ji bo propogendayên hilbijartinan van îdîaya belav dike. Her wiha em diyar dikin ku hêzên me piştî ku bajarê ji DAIŞ rizgar kirin di Tebaxa 2016‘an de ji Minbicê vekişiyane û  Meclîsa Leşkerî û sivîl a Minbicên kirine.

Wekî YPG‘ê me bi peymana Koalîsyona Navdewletî û ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ne ya ku hebûna leşkerî ya Tirkiyê û komên çeteyên yên girêdayî wê li Minbicê û derdora wî nebin.. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bajar û sînorê wê ji her êrîşan diparêze."